YPG`ê nasnameya 3 şehîdên rizgarkirina bajaroka El-Behra eşkere kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 3 şervanên  YPG`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kirin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺPêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêrezorê bi pêşengtiya Hêzên Suriya Demoqratîk (QSD) ku di nav de Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê jî cih digre û bi tevlîbûna şervanên YPG-YPJ roja destpêkê heya vê keliyê bênavber didome. Di çarçoveya pêngavê de bi taybetî di demên dawî de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatiye xistin û deverên girîng bajarokê El-Behra yê rojhilatê Dêrazorê hatiye rizgarkirin.

Li ser vê bingehê operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatine lidarxistin de 3 rêhevalên me li hember çeteyan heya kêliya dawî bi lehengî şer kirine û di rizgarkirina bajarokê El-Behra yê Dêrazorê de rolên girîng leyîstine, gihîştine şehadetê.

Em weke YPG û YPJ`ê tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û serî da sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelên me re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Ehmed El Zayit

Nav û Paşnav: Ehmed El Zayit

Navê Dayikê: Wefa

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 17 Sibat 2018

Xazî El Ezawî

Nav û Paşnav: Xazî El Ezawî

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Xenan

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 20 Sibat 2018

Xeyredîn Ezam

Nav û Paşnav: Xeyredîn Ezam

Navê Dayikê: Firat

Navê Bav: Ezam

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 17 Sibat 2018.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …