QSD‘ê daxuyaniya şerê li Efrînê û Pêngava Bagera Cizîrê  da

NAVENDA NÛÇEYAN – QSD‘ê bi daxuyeniyekê bîlançoya şerê û êrîşên li ser Efrînê yên ji destpêkê ve, her wiha encamên 20 rojên dawî ji Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk de hatibû belavkirin de, ev tişt hatin gotin:

“Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê (Cebhet El-Nusra/DAIŞ)  di dîroka 20‘ê Çileya 2018‘an de saet 5‘ê ber êvarî êrîşî Efrînê kirin. Bîlançoya êrîşên ku ji wê rojê heta niha pêk hatiye wiha ye:

1-Şehîdên hêzên me ya leşkerî: Di berxwedaniyên lehengî de û şerê rû bi rû bi dagirkeran û terorîstan re, 177 şervanên me gihiştin şehadetê û bi merasîmên bi heybet hatin definkirin.

2-Kuştiyên dijmin: Di şer û çalakiyên me yên me yên bi bandor e de, hate tekezkirin ku hezar û 219 ji leşkerên dijmin û terorîst hatin kuştin. Ev hejmar ji aliyê hêzên me ve hate tesbîtkirin ku termên wan li erdê hatin dîtin.

3-Êrîşên hewayî: Dagirkeriya Tirkiyê 793 êrîşên hawayî li ser herêmên sivîlan, binsazî, stasyonên avê, dibistan û medcene pêk anîn.

4-Êrîşên bi balafiran: Hêzên dagirker 17 êrîşên bi balafirên amûdî li dijî herêmên sivîlan û binsaziyê pêk anîn.

5-Êrîşên bi çekên giran: Dagirkeriya Tirkiyê û terorîstên wê 2 hezar û 785 êrîşên bi çekên giran bê serûber pêk anîn, ji wan êrîşên bi top û tankan.

6-Şerên rû bi rû: Di navbera hêzên me û dagirkeriya Tirkiyê û terorîstan de 542 şer rû da, encamên van şeran hate diyarkirin. Dîsa jî 134 şer ku encamên wê ne diyar bû rû da.

7-Xistina balafiran: Ji destpêka êrîşên dijmin ve hêzên me du balafirên wan xistin yek Kobra û yek Skorskîk ku 11 leşkerên Tirk di nav de fermandar jî lê siwar bibûn, xistin. Her wiha hêzên me du balafirên keşfê yek Doran û yek Bîrqeda (Wêneya Erdogan dema li ser îmze dike diyar bû) anîn xwarê.

8-Rûxandina Panzêran: 66 panzêr di nav de tank û erebeyên leşkerî hebûn hatin rûxandin, di nav de 17 hatin bê bandorkirin.

Dêrazor: Pêngava Bagera Cizîrê

Şer: Ji beriya zêdeyî 20 rojan ve, di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ‘ê de li gundê El-Behra şer rû de, di encamê de şervanên me gund rizgar kirin.

Kuştiyên terorîstan: Di encamên şerê ku 20 rojan li gundê El-Behra rû da de, şervanên me hezar û 776 terorîst kuştin.

16 topên hawnê, 17 erebeyên bombekirî, 8 çekên doçka, 14 erebeyên doçka li ser, 24 tirks, 3 bargehên bombekirina erebeyan, 2 panzêr, 5 balafirên keşfê, 7 motosêklêtên barkirina cebilxaneyan, 1 fuz3,2 erebeyên BMB, 12 erebeyên leşkerî, 1 obus, 3 erebeyên barkirina cebilxaneyan û erebeyeke SPG3 ketin destê şervanên me.”

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …