YPG`ê  nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 3 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya  YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên YPG`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kirin.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺPêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina Dêrazorê hatibû destpêkirin bi dijwarî berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de operasyonên li çeteyan ji aliyê hêzên QSD, YPG û YPJ tên lidarxistin de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê tê dayîn û pêşveçûnên şervanan li bejahiya Dêrazorê de roj bi roj zêde dibe.

Di dîroka 22-23’ê Sibatê de operasyonên ku li ser çeteyên DAIŞ’ê hatibû lidarxistin de 3 rêhevalên me li dijî çeteyan bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Em weke YPG û YPJ`ê tevahî şehîdên me yên qehreman bibîr tînin û serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên me û gelê me yê welatparêz re dixwazin. Li ser bingeha tekoşîna şehîdên me ji bo mayîndekirina şoreşê û azadiya gelan û welatekî azad biafrînin em ê heya dawî têbikoşin, soza xwe nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Devrim Cudî

 

Nasnav: Devrim Cudî

Nav û Paşnav: Silêman Xelef

Navê Dayikê: Emşa

Navê Bav: Yusif

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 23 Sibat 2018

Dilêş Zagros

Nasnav: Dilêş Zagros

Nav û Paşnav: Kawa Elî

Navê Dayikê: Terfa

Navê Bav: Ebdilkerîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 22 Sibat 2018

Hemud Tirbesipiyê

Nasnav: Hemud Tirbesipiyê

Nav û Paşnav: Hemud Xelef

Navê Dayikê: Sara

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbesipiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 22 Sibat 2018.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …