QSD: Dewleta Tirk sivîlan dikuje û derewan dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku dewleta Tirk derewan dike û îdîa dike ku karwanekî çekdar ku ber bi Efrînê ve dihat armanc girtiye, tevî ku her kes dizane ku ev karwan welatiyên herêma Firat û Cizîrê bûn û ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê derbasî Efrînê dibûn. Navendê bang li raya giştî û sazî û rêxistinan kir ku lêpirsînekê di derbarê vê sûcdariya Tirkiyeyê de pêk bînin.

Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) girêdayî topbarana artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî karwanê welatiyên sivîl ên herêmên Firat û Cizîrê ku derbasî Efrînê dibûn daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:

“Berxwedana gelê me li Efrînê roj bi roj li hemberî têkşikandina dagirkeriyê israra xwe zêde dike û li hemberî wê dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hovîtî û terora xwe li dijî welatiyên sivîl zêde dikin.

Beriya du rojan di 23’yê Sibata 2018’an de karwanekî welatiyên sivîl ên herêmên Bakurê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan derbasî Efrînê bûn da ku piştgiriya berxwedana serdemê bikin û hovîtiya terorê şermezar bikin.

Lê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li rex hemû dîmenên kuştin û lîstina bi cenazeyên sivîlan bi xwîneke sar, nikaribûn xwe li hemberî vê hevgirtina welatiyan ragirin. Tevî vê yekê welatiyan bi israr berê xwe dan Efrînê û dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê karwan bi awayekî rasterast topbaran kir û di encamê de ciwanek şehîd bû û 12 welatiyên din jî birîndar bûn.

Weke her car dewleta Tirk hewl dide rastiyan berûvajî bike û rayedarên wê derketin ser ekranên dezgehên çapemeniyê û îdîa kirin ku ev karwanê welatiyan, karwanekî çekdar e. Ev îdîa li ser zimanê serokê Tirkiyeyê û serokê artêşa Tirkiyeyê hate belav kirin.

Karwanê welatiyan ku di bin çavên hemû dezgehên çapemeniyê re derbas dibûn, her kes baş dizane ku ev karwanekî welatiyên sivîl e û her kes baş nas dike ku topbarankirina kawranê sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve hovîtiya wê li dijî sivîlan piştrast dike. Kuştina welatiyan û lîstina bi cenazeyan çandeke artêşa Tirk e û gelek caran jî hovîtiya wê hovîtiya DAIŞ’ê derbas dike.

Em bang li raya giştî û sazî û rêxistinên peywendîdar dikin ku lêpirsînekê di derbarê vê sûcdariya Tirkiyeyê de pêk bînin. Em weke QSD’ê amade ne di xebatên lêpirsînê de alîkar bin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …