Wê Bi Pêşengtiya Jinên Kurd Azadiya Jin Bi Gerdûnî Bibe

Em weke Yekîneyên Parastina Jin di 10 saliya xwe de careke din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî dikin. Em her tim xwedî îdîa bûn ku, em bibin hêza parêzvan a mafê jin û azadiya jin.  Bi boneya 8’ê Adarê careke din em sozdariya xwe nû dikin, em ê di erkên demê de berpirsyartiya xwe weke parêzvanên jin û avakerên jiyana azad bi cih bînin. Û em ê bibin misogeriya ku hemû nirxên bi xwîna şehîdan hatîye ava kirin. Di serî de em hemû jinên ku jiyana xwe ji bo doza azadiyê, ji bo azadiya jinê canê xwe bexşandin bi bîr tînin. Em ê şopdarê rêya wan bin.

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê, Sûrî û Tirkiyê de çêbû êşên mezin dan jiyandin. Êşa herî mezin jî dayîk, jin û zarok kişandin. Îsal pêşwazîkirina 8’ê Adarê bi êşên mezin pêk hatin. Li pişt xwe bi hezaran qurbanî, birîndar û sêwî hiştin. Careke din aşkere bû ku, polîtîkayên sîsteman ên ku tenê berjewendiyên xwe esas digirin bûn sedema ewqas mirov êşên mezin jiyan bikin. Rojên pîroz ên gelan, rojên pîroz ên jinan kirin rojên tarî, êş û hesret. Ev jî îfade dike ku sîstem ti carî nikarin parêzvaniya gelan bikin. Eger gel jî rexistinbûyîna  xwe ya parastinê ji hemû aliyan ve nede avakirin wê her tim di bin enqaza van sîsteman de bimînin. Bi taybet em di sedsaleke wiha de ne ku ji hemû salan zêdetir mudaxeleyek jinê dixwaze. Ji ber ku di sedsaleke di nav xwe de şerên mezin, wêranên mezin hildigire. Ev hemû bi sîstema zilam-dewlet tê çêkirin. Ên ku bikaribin bibin hêzên mudaxeleyê jî wê jin bi xwe be.

Di roja me ya îro de jî jin gîhaşte astekê bilind ku bi vê hêzê dikare erk û berpirsyartiyê bigire, rol û mîsyona dikeve li ser milê wê bi awayekî serkeftî pêk bîne. Bi taybetî jî şoreşa jin a cîhanî bi yek dengî, bi yek helwestî bi diruşma “Jin Jiyan Azadî” ev rastî diyar kir. Herikbariya ku têde çêbû û berdewam dike baweriyek mezin da avakirinê ku, jin dikare bibe hêza mudaxeleyê. Ji bo wê jî di roja 8’ê Adarê de wê roja bilindkirina dengê ku dibêje, ‘ji bo afirandina jiyanake nû, ji bo afirandina aramiya gel, ji bo parastina rûmeta mirov, bi taybet jî weke jin em misogertiya wê bikin. Em weke Yekîneyên Parastina Jin em ê roja 8’ê Adarê bi êşên qurbaniyan re jiyan bikin û helwestên me wê ji bo wan ev be ku, em parêzvanên edaleta civakê, siyaseta demokratîk, doza azadiyê ne. Em ê xwedî li nirxên civakê derkevin. Weke YPJ’ê bi bilindkirina diruşmeya “Jin Jiyan Azadî”  têkoşîna me li ser van rêgezan bi jiyanî bibe. Wê têkoşîna me îfadeya soza me be.

Dîsa em hemû jinên ku îro bi têkoşîneke ji îradeya pola û berxwedaniyeke bê hempa ku li Çiyayê Kurdistanê bi awayek şênber dimeşînin; sekna wan a li hemberî hemû êrîşên hovane yên kîmyevî ku ji aliyê hêzên faşîst û dagirker a dewleta Tirk ve tê kirin, em sekna gerîlayên YJA Star û gerîlayên Azadiyê silav dikin û em ji bo xwe weke xeta berxwedanî û sekna bi rûmet mînak digirin. Em vê seknê di dil û mêjiyê xwe de jiyan dikin. Berxwedanî û têkoşîna gerîlayên YJA Starê ji bo hemû jinên têkoşer û li ber xwe didin bûye mînakeke bê hempa û îlhameke mezin. Em bi rihê têkoşîna gerîlayên YJA Star û jinên Rojhilatê Kurdistanê roja 8’ê Adarê pîroz dikin. Wê bi pêşengtiya jinên Kurd azadiya jin bi gerdûnî bibe. Careke din em ji hemû jinan re soz didin ku, em ê xwedî li erkên xwe yên dîrokî derbikevin û bi vê bîr û baweriyê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve” xwedî li mîsyona xwe derbikevin û şoreşa jin mîsoger bikin. Em roja 8’ê Adarê li hemû jinan bi bilindkirina têkoşîn û berxwedanê pîroz dikin.

Fermandariya  Giştî a YPJ’ê

07-03-2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …