Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

Di berxwedaniya Kobanê de wîcdana mirovahiya bi rûmet, ji bo parastina nirxên civakê gêhîşt asta lûtkeyê. Rihê yekîtiya gelan li bajarê Kobanê bi beden bû. Kobanê li hemberî hovitiya pergala moderniteya kapîtalîst a ku bi navê terorîzma DAIŞ’ê hatibû bi nav kirin, mînaka berxwedaniya dîroki a gelan e.

Kobanê serpêhatiya dilên ku ji bo parastina rûmetê canê xwe feda kirinê ye. Gelek qehremanên bê nav li serê her kolanêke Kobanê şerekî bê eman dane meşandin, her bihûsteke vê avê bi xeyalên sibê rojên azad ve ji terorîzma DAIŞ’ê hate paqij kirin. Kobanê sînorên ku desthiladaran xêz kiribû, serûbinî hev kir. Bi hezaran keç û xortên wêrek berê xwe dan bajarê Kobanê. Kobanê Kurdistan kire yek rih û yek parçe. Di pêşengtiya jinên Kurd de jî hemû gelên azadîxwaz hebûna xwe di Berxwedaniya Kobanê de dîtin, ev yek  jî bi rihê hevrê yên weke Nûjîn de pêk hat. Hevrê me ya Mizgîn Ehmed bi nasnav Nûjîn Kobanê yek ji wan jinên leheng bû ku cîhanê bi serê berxwedaniya wan sondxwar û bûn şopdarê berxwedaniya wan jinên leheng. Hevrê ya me Nûjîn di sala 1998’an de li bajarê Kobanê  dayik dibe. Dema ku di sala 2014’an de DAIŞ û hevalbêndên wan êrîşa hovanê li ser bajarê Kobanê pêkanîn, hevrê ye me Nûjîn bi erka parastina xaka xwe radibe, çek û rextê xwe hilgirt û li hemberî wan çeteyên hov berxwedanake efsûnî dide meşandin. Em weke YPJ bi tekoşîn û keda hevrêyen weke Nûjîn gêhîştin van rojan. Em cardin soza bilind kirina rihê berxwedaniya Kobanê ya ku ji gelan re bû hêvî, nû dikin  em  weke Yekîneyên Parastina Jin  hevrê ye xwe bi bibîrtînin û ji malbata hevrê ye xwe Nûjîn Kobanê û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Wê tekoşîna me ye li hemberî DAIŞ’ê bi rihê berxwedaniya Kobanê heta bi serkeftinê tacîdar bibe, bidome. Bi bîr û baweriya ku berxwedaniya Kobanê di gelan de hêviya azadiyê vejîn kir, emê jî xwedî mîrateya ku şehîdên xwe derbikevin.

Nasnameya Hevrê ye me wiha ye:

Nasnav: Nujîn Kobanê

Nav û Paşnav: Mizgîn Ehmed

Navê Bav: Osman

Navê Dayik: Melîha

Cih û Dîroka Şahadetê: Kobanê- 2014

 

Fermandariya YPJ’ê a Giştî

16-02-2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …