NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragîhaninda YPGʹê nasnameya şervanekî YPGʹê ku di di bombebarna Artêşa Tirk şehîd bûye esker kir.
Navenda Ragîhandina YPGʹê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanên wan Bahoz Efrîn di 18ʹê îlonê de di encama bombebarana Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser herêma Efrînê birîndar bû û tevî hemû hewldanan ne hate rizgarkirin û şehîd bû.
Daxuyaniya YPGʹê ku li ser malpera fermî hate weşandin wihaye:
ʺÊriş û destdirêjiyên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên di bin fermandariya artêşa wê de tevdigerin li dijî herêma Efrîn û Şehbayê bênavber dewam dike. Di bêdengiya cîhanê rojane bi awayekî bêserûber artêşa Tirk a dagirker van her du herêman topbaran dike, di encam de gelek zirarên canî û maddî dighîje welatiyên herêmê. Çeteyên dewleta dagirker jî rojek nîne ku bi sîlahên giran êrişê xeta Efrîn û Şehbayê nekin, lê bi awayekî dijwar rastî bersiva YPG û YPJ tên.
Di pevçûnên herî dawî li gel çeteyên dewleta Tirk li eniya Cindrêsê de rêhevalê me Bahoz Efrîn di 18’ê Îlonê de birîndar bibû. Tevî hemû hewldanên tendirustiyê rêhevalê me nehate xelaskirin û di 20’ê Îlonê de tevlî şehîdên nemir bû.
Weke YPG û YPJ, serî de ji malbata şehîd, em ji tevahî gelê welatparêz yê Efrîn, Rojava û tevahî Bakurê Sûriyê re sersaxî dixwazin. Berdewamiya rêya şehîd tenê bi xurtkirina berxwedana li hember faşîzm û dagirkeriyê re pêkan e, di vê meşê de em bi îsrar in û şehîd hêza manewî ji bo me ne.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Bahoz Efrîn
Nav û Paşnav: Semîr Memo
Navê Dayikê: Rihan
Navê Bav: Henan
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn 20-09-2017