Şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqqa (21-22 Tîrmeh 2017)

Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqqa di qonaxeke krîtîk de didome. Di nav şer û pevçûnên bênavber de rizgarkirin û parastina sîvîlên herêmê jî tê kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk ya di pêşengtiya YPG û YPJ’ê de, heya niha pêşdeçûneke girîng bidest xistin û bi vê yekê re rizgarkirina bajar her roja ku diçe nêziktir dibe.
Çeteyên ku dixwazin ji bajarê ji her çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin birevin û xwe xelas bikin, bi vê armancê hewl didin êrîşî şervanan bikin. Di encama êrîşan de li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. Di şerên ku di çend rojên dawî de qewimîn de 3 hevalên me bi armanca şikandin êrîşa çeteyan ketin nav şerê dijwar û di encamê de şehîd ketin. Van hevalan di nav operasyona Reqqa de rolê xwe bi awayekî herî serkeftî lîstin û hewl dan berpirsiyartiyên xwe pêk bînin, bi vî awayî bi sekn û şerên xwe bûn mînak.
Şehîd Çiya Agir, ji sala 2011’an ve di nav refên Yekîneyên Parastina Gel de cîhê xwe girt û di her pêngavê de bû xwedî mîsyon. Herî dawî jî di Pêngava Rizgarkirina Bajrê Reqqa de di asta Fermandariya Eyaletê de cîhê xwe girt û têkoşîn meşand. Şehîd Lewend Xezna jî, di encama qezayekê de brîndar bû, ruzmê hemû destwerdanên ku li nexweşxaneyê hatin kirin jî, gihîşt şehadetê.
Em weke YPG û YPJ, di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya şopandina rêya wan dubare dikin.
Nasnameyên şehîdan wiha ye:
Nasnav: Botan Mêrdîn
Nav û Paşnav: Mazlum Eşîyok
Navê Dayikê: Perîhan
Navê Bav: Îsmaîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 22 Tîrmeh 2017
Nasnav: Çiya Agir
Nav û Paşnav: Nebî Şêxo
Navê Dayikê: Sebîha
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 22 Tîrmeh 2017
Nasnav: Dilşêr Til Hemîs
Nav û Paşnav: Yusuf Hac
Navê Dayikê: Ecmiye
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 21 Tîrmeh 2017
Nasnav: Lewend Xezna
Nav û Paşnav: Macit Hesen
Navê Dayikê: Latîfe
Navê Bav: Ebdilkerîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Maruf
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 22 Tîrmeh 2017

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …