Nasnameya 8 rêwiyên azadiyê  diyar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 8 şervanên xwe yên li Dêrazorê, Reqa û Efrînê şehîd bûn bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin, hate gotin ku di Pêngava Bagera Cizîrê de ku ji bo rizgarkirina bejahiya Dêrazorê dewam dike, rojên 10 û 11’ê Çileyê 6 hevrêyên wan di şerê dijî DAIŞ’ê de bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li Reqayê jî şervanekî wan ê bi erka paqijkirina bajêr ji mayinan radibû, ji ber teqîna mayinekê şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê jî kir û got”Bi giranî bi top û çekên giran gund û navçeyên girêdayî Efrînê û çeperên YPG û YPJ’ê topbaran dike. 13’ê Çileyê ji ber topbara topbarana dewleta Tirk a dagirker hevrêyekî me ku li gundê Îska yê li herêma Cindirêsê ye, li ser erka xwe bû şehîd ket.”

YPG`ê dilsoziya xwe ya bi rêya şehîdan careke din nîşan da û bi soza bilindkirina têkoşînê û mayindekirina şoreşê, sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz xwe.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Brusk Celemê

Nasnav: Brusk Celemê

Nav û Paşnav: Welîd Elo

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 13 Çile 2018

Ehmed Hemze

Nav û Paşnav: Ehmed Hemze

Navê Dayikê: Nûra

Navê Bav: Ziyeb

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 10 Çile 2018

Ezedîn Silêman

Nav û Paşnav: Ezedîn Silêman

Navê Dayikê: Emel

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 11 Çile 2018

Ferhan Receb

Nav û Paşnav: Ferhan Receb

Navê Dayikê: Şehîra

Navê Bav: Hemudî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hedediyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 11 Çile 2018

Hisên Eldexîl

 

Nav û Paşnav: Hisên Eldexîl

Navê Dayikê: Etşe

Navê Bav: Xelef

Cihê Ji Dayikbûnê: Behdelî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 11 Çile 2018

Hîşan El Weda

Nav û Paşnav: Hîşan El Weda

Navê Dayikê: Serha

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 11 Çile 2018

Ismaîl Girêspî

Nasnav: Ismaîl Girêspî

Nav û Paşnav: Ismaîl Ehmed

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Kermezet

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 13 Çile 2018

Reca Siûd

Nav û Paşnav: Reca Siûd

Navê Dayikê: Tirfa

Navê Bav: Fadil

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedad

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 11 Çile 2018.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …