Çeteyên artêşa Tirk careke din gundên Efrînê topbaran dikin

EFRÎN – Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Çavkaniyên ji herêma Efrînê raghandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji herêma Ezazê ya bejahiya rojavayî bajarê Helebê, gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Çavkaniyan anîn ziman ku heta niha 1 top li nava malên sivîlan li gundê Kefer Cene û 6 topên din jî li rêya di navbera gundê Qetma û Kefercene ya navçeya Şera ketin.

Di topbarana heta niha dewam dike de, zerarên madî çêbûn.

Duh jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên Efrînê dane ber topan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …