Nasnameya 4 şehîdên Reqa û Serêkaniyê hatin eşkerekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe yên di 22’ê Çileya 2018’an de li Reqa û Serêkaniyê şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe yên di 22’ê Çileya 2018’an de li Reqa û Serêkaniyê şehîd bûbûn, ragihand. YPG’ê ji malbatên şervanan re sersaxî  xwest û hemû şehîdên azadiyê bibîranî.

Daxuyaniya li ser  malpera fermî ya YPG’ê hatî weşandin wiha ye;

“Piştî êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî li ser Efrînê, leşkerên Tirk yê dagirker êrişê çeperên hêzên me yên Dêrik, Serêkaniyê, Qamişlo, Kobanê û Amudê kir û malên sivîlan yên li ser sînor yekser hedef girt û bi çekên giran û bi topan lêda. Êrişên artêşa Tirk a dagirkeran de zirarên maddî û manewî gihiştiye sivîlan û di van êrişan de 3 rêhevalên me gihiştine şehadetê.

Di roja 22’ê Çileyê 3 rêhevalên me li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ku bi berxwedaniyeke lehengî nîşan dan û nehiştin dijmin pêş de were, gihiştine şehadetê. Her wiha rêhevalekî me di operasyona paqijkirina berhemên çeteyên DAIŞ’ê yê mayinan de di encama pêlêkirina mayinê de tevlî karwanên şehîdan bû.

Çawa ku 15 Îlonê 2014’an li dibistana Serzorî de rêhevalên me ku heya dawî bi berxwe dan û şehîd bûn, bi berxwedaniya xwe nîşan dan ku Kobanê nakeve; weke gelê me û şervanên azadiyê yê Efrînê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî ku li berxwe didin; 3 rêhevalên me ku li Serêkaniyê jî şehîd bûn bi berxwedaniya xwe heman peyamê ji me re mîras, ji dijmin re jî peyama wê Efrîn, Rojava û Bakurê Suriyê hertim azad bibîne, dan. Em jî weke YPG û YPJ di kesayeta 4 rêhevalên me yên şehîd de hemû şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Mîrasa ku ji me re hiştine xwedî derkevin û peyama ku ji dijmin re dane em soza pratîkkirina vê peyamê nû dikin. Ji malbatên şehîdan û gelê me yê berxwedêr re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

1516878852-AVRE_SERKANIY

Nasnav: Çavreş Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Cuma Nezal

Navê Dayikê: Redde

Navê Bav: Xelef

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 22 Çile 2018

***

1516878906-LEWEND_SERKANIY

Nasnav: Lewend Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Mihemed Turkî

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 22 Çile 2018

***

1516878970-SERHED_SERKANIY

Nasnav: Serhed Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Hesen Hesen

Navê Dayikê: Merwa

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 22 Çile 2018

***

1516879024-XEBAT_QEREMOX

Nasnav: Xebat Qeremox

Nav û Paşnav: Cemal Mehmûd

Navê Dayikê: Kelme

Navê Bav: Bacar

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 22 Çile 2018. ”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …