Rêdûr Xelîl: Tirkiye sivîlên Kîlîsê armanc dike û me tewanbar dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Buroya Têkliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Rêdûr Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk hestîriyayê jiyan dike ji ber ku nikaribû di êrîşa xwe de pêşve biçe û got ku dewleta Tirk welatiyên sivîl ên bajarê Kîlîsê armanc dike û hêzên QSD’ê tewan bar dike da ku raya giştî tevlîhev bike û êrîşa xwe li dijî Efrînê rewa bike.

Endamê Buroya Têkliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Rêdûr Xelîl di daxuyaniyeke xwe de ku li ser dezgehên çapemeniyê hate belavkirin wiha dibêje:

“Diyar e dewleta dagirker a Tirkiyeyê di rewşeke hestîriyayê de jiyan dike ji ber ku nikaribû di êrîşa xwe ya leşkerî de li dijî Efrînê pêşve biçe û rastî berxwedaneke leheng ji aliyê hêz û gelê me ve tê.

Ji ber vê yekê dewleta Tirk rêbazên qirêj bi kar tîne û hemû qanûn û pîvanên mirovahiyê binpê dike û li dijî welatiyên sivîl komkujiyan pêk tîne, her wiha bi balefirên şer û çekên giran herêma Efrînê armanc dike da ku welatiyên sivîl neçarî koçberiyê bike. Dewleta Tirk ji aliyekî din ve welatiyên sivîl ên bajarê Kîlîsê armanc dike da ku raya giştî tevlîhev bike û êrîşa xwe li dijî herêma Efrînê rewa bike û hêzên QSD’ê bi van êrîşan tewanbar dike.

Divê raya giştî li hemberî van kiryarên qirêj ên dewleta Tirk haydar be, nemaze ji ber ku baş dizanin ku ti carî hêzên QSD’ê welatiyên sivîl armanc nagirtin û armanca QSD’ê tenê parastina welatiyên sivîl e.

Dewleta Tirk her wiha koçberên Sûriyeyê yên di kampên Tirkiyeyê de neçar dike ku beşdarî nava çeteyên wê bibin û ev yek jî binpêkirina hemû pîvan û qanûnên navnetewî ye û weke sûcekî şer tê dest girtin û divê qanûna navnetewî û qanûna mirovahiyê di vê derbarê de Tirkiyeyê ceza bikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …