NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê li Efrînê têkildarî çalakiyên YPG`ê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺÇalakiyên şervanên YPG`ê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê dewam dikin. Çete jî di nav bajar de tevlîhev bûne û rewşa ewlekarî jî xerab bûye.

Di encama çalakiya ku duh li ser rêya Cindirêsê-Efrîn de pêk hatî de, hate tekezkirin ku efserekî Tirk di nav de du leşkerên Tirk hatin kuştin û 7 leşkerên din jî birîndar bûn. Herwiha di saetên vê sibê jî di encama çalakiyeke din a hêzên me de, leşkerî din li navenda bajarê Efrînê hate kuştin.

Ji aliyekî din ve jî, pirsgirêka di navbera çeteyan li ser dizîna mal û milkên welatiyan li navenda bajarê de dewam dike. Careke din şer di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û Ehrar El-Şam li ser dizîna cenetor û alavên  firneya bajarê rû da. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku heta niha firne kar nake.

Her wiha Meclîsa Herîmî ya ku ji aliyê Îstixbaratên Tirkiye ve hatibû avakirin, ji ber pirsgirêka di navbera Meclîsa Dîlokê û çeteyên Endamê ENKS`ê Fûad Elîko ku beriya niha bi du rojan li Efrînê bû, hate îbtalkirin.

Li herêmên Şehbayê jî, dewleta Tirk û çeteyên wê bi armanca êrîşkirina Til Rirfet û gundên derdora 0wê, bi sedan çete tevî 4 tangan û panzêran bi fermandariya çeteyên bi navên Ebû Yeyha QerendelʺMoroʺ û Ebû Bekrî El-Eslî tevî efserên Tirk du rojên dawî de xwe kom kirine. Her wiha balafirên keşfê yên Tirk jî li herêmê digeriyan. Ev tevger jî piştî du rojan ji belavbûna nûçeyên derew ku navendên şerê taybet ên Tirk bi kontrolkirina bajar belav dike, pêk hat.ʺ