Artêşa dagirker û çeteyên wê ji roja destpêkê heta niha, talanî, qetilkirin, tecawiz û hwd li Efrînê dimeşîne. Çapemeniya girêdayî AKP`ê jî kiryarên artêşa dagirker û çeteyên wê ku li Efrînê pêk tînin, wekî ku YPG`ê van kiryaran dike nîşan dide.

Di van rojên dawî de, vîdeoyek li ser meydaya civakî belav bûye û têde rastiya artêşa dagirker, çeteyên wê û çapemeniya AKP`ê careke din eşkere kir.

Di dîmen de, peyamnêrê kanala TirkîʺHaber Turkʺ yê bi navê Veyîs Ateş li bajarê Efrînê bi gelê Efrînê re hevpeyvîn çêkir û ji gel rewşa berî hatine artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Artêşa Azad) û piştî hatina wan pirs kir.

Berî ku nûçegihanê kanala ʺHaber Turk pirsa xwe bike, welatiyekî efrînî yê bi temen mezin bi devoka xwe diaxive û dibêje,ʺEm dixwazin îro dîmenên çekdar li Efrînê tine bin. Ji ber Artêşa Sûriyeya Azad, ne artêşa azad e; (Artêşa Sûriyeya Azad) diz in, wêranker in, terorîst in. Wan malê me û jinên me birine. Şeva çû, sê qîzikên 15 salî xera kirin(tecawiz li wan kirin).ʺ

Lê kanala Haber Turkê axaftina wî zilamî berovajî û li gorî xwe wergerand. Di wergera xwe de kana haber turk wiha got,”Em naxwazin kesên ne ji Efrînê li Efrînê bimînin. YPG`ê rêxistineke wiha bû ku ne ya Efrînê bû. Paşê hat vê derê. Mal û milkên me talan kirin. (YPG) çav berda namûsa me. Em naxwazin ew li vir bin. Ji ber ew ne xwediyên rasteqîn ê vê derê bûn.”

Kanala Haber Turk bi vê nûçeya xwe rastiya şerê qirêj a ku dewleta Tirk di despêka êrîşa li ser Efrînê de heya niha dide meşandin careke din eşkere kir.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ