Meclîsa Tenduristî piştrast kir ku Tirkiye madeyên kîmyawî bikar tîne

 EFRÎN – Meclîsa Tenduristî ya kantona Efrînê di civîneke çapemeniyê de endamên vepişaftinên bijîşkî (labîratwar) yên di derbarê bikaranîna artêşa dagirker a Tirkiyeyê de ji çekên kîmyawî re eşkere kir.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê derbasî qonaxeke din a binpêkirina nirx û pîvanên navnetewî dibe û di êrîşên xwe yên li dijî Efrînê de çekên kîmyawî bikar tîne. Meclîsa Tenduristî ya kantona Efrînê bi daxuyaniyekê piştrast dike ku artêşa dagirker di 16’ê Sibatê de li dijî welatiyên gund, Erendê ya navçeya Şiyê ya Efrînê çekên kîmyawî bikar anîne.

Berxwedana serdemê ya Efrînê li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê ji 20’ê Çileya borî ve berdewam dike. Artêşa dagirker ku nikare li hemberî berxwedanê pêşve were asta hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêmê zêde dike û hemû nirx û pîvanên navnetewî binpê dike. Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî de ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyeyê ve li dijî herêma Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê Dr. Xelîl Sebrî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî mehekê ji hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê hêjî hovîtiya xwe berdewam dikin. Bêdengiya civaka navnetewî li hemberî hovîtiya li dijî welatiyên Efrînê tê wateya ku ew jî di van hovîtiyan de hevkarin. Tevî vê yekê welatiyên herêma Efrînê bi lehengî li hemberî dagirkeran li ber xwe didin. Artêşa dagirker li dijî welatiyên sivîl hemû teknolojiya leşkerî û çekên kîmyawî yên qedexekirî bikar tîne.

Piştî ku artêşa dagirker li hemberî berxwedana serdemê nikaribû pêşve were, asta hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêmê zêde kir û çekên kîmyawî bikar tîne.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê piştî ku çekên kîmyawî li dijî welatiyan bikar anîn, derbasî qonaxeke nû ya binpêkirina nirx û pîvanên navnetewî dibe. Ev yek tê wateya ku hikûmeta Erdogan bi zanebûn terora dewletê bi hemû rêbazan li dijî gelê me dide meşandin.

Ji ber vê piştî van buyerên di vê derbarê de, em bang li hemû saziyên navnetewî yên peywendîdar û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku lêpirsîneke navnetewî û serbixwe di derbarê bikaranîna Tirkiyeyê ji çekên kîmyawî re bidin destpêkirin. Em amade ne di vê derbarê de bi van aliyan re hevkar bin da ku karibin nimûneyan ji diyardeyên bikaranîna çekên kîmyawî werbigirin û lêpirsînên xwe bidin destpêkirin.

Em bang li hemû sazî û hêzên navnetewî yên demokrasîxwaz dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî li hemberî van hovîtiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê rabin. Em bang li Netewên Yekbûyî dikin ku civîneke awarte li dar bixe û vî şerê hovane li dijî welatiyên Efrînê rawestîne.

Hovîtiya artêşa dagirker bandoreke neyînî li hemû aliyên jiyana welatiyan kir û bi hezaran welatiyên herêmê neçar man ji gundên xwe koçber bibin, nemaze piştî ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi zanebûn mal û milkên welatiyan armanc digirin û beşekî mezin ji binesaziya xizmetguzarî ya herêmê bi çekên giran û balefiran armanc girtin. Her wiha gelek şûnwarên kevnar ên herêmê hilweşandin. Em bang li hemû hêzên navnetewî dikin ku bêdengiya xwe bi dawî bikin û bi erkên xwe rabin.”

Piştî daxuyaniyê Dr. Xelîl Sebrî bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku di lêkolînan de hatiye tesbîtkirin ku di êrîşên li ser navçeya Şiyê de gaza klorê hatiye bikaranîn.

المجلس الصحي في عفرين تركيا استخدمت غاز الكلور (1) المجلس الصحي في عفرين تركيا استخدمت غاز الكلور (2)

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …