QSD‘ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê ragihand

NAVENDA NÛÇEYAN –  Navenda Ragihand û Çapemenî ya QSD‘ê ragihand ku hêzên wan şevê din li dijî nûqteyên terorîstan li gundê Aqçelê çalakiyeke bi banor li dar xist û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker gund û navçeyên Efrînê topbaran kir û got ku şer heta vê kêliyê berdewam e.

Navenda Ragihand û Çapemanî ya QSD‘ê bi daxuxyaniyek bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê diyar kir.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya QSD‘ê hatibû belavkirin, ev agahî hatin dayîn:

1-Şera: Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên Cebhet El-Nesra duh hetanî saetên şevê bi çekên giran gundê Koblaka topbaran kirin, di encamê de hejmareke sivîl birîndar bûn û ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan.

-Duh hetanî saetên sibehê li derdora gundê Dîkmadaş şer qewimî, di heman demê de gund bi çekên giran hate topbarankirin. Pevçûn hetanî saetên piştî nîrov kêm bû, di heman demê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El-Nusra û DAIŞ‘ê gundê Çema bi çekên giran topbaran kirin, topban hetanî vê sibehê dewam kir.

 Li derdora gundê Draqiya û Sarîcik şer di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagiker rû da, artêşa Tirk, di heman demê de hetanî danê serê sibe gund dane ber topan.

2- Cidêris:Artêşa Tirk a dagirker û hevalbendên wê (Cebhet El-Nusra/DAIŞ) bi çekên giran topbarana li ser gundên herêma Cindirêsê didomîne. 4 top li gundê Kanî Morîk(Kanî Gewrikê ) ketin, artêş Tirk a dagirker rojhilatê Cindêrisê gundên li bermaberî qereqolên wan topbaran kirin.

 Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên Cebhet El-Nusra/ DAIŞ duh êvarî, bi çekên giran malên sivîlan ên li derdora gundê (Dêwa) Til Selor topbaran kirin, topbaran heta saetên sibehê dewam kir. Hêzên me şevê din, li derdora gundê Aqçile li dijî nûqteyên terorîstan çlakiyeke bi bandor pêk anîn, piştî çalakiyê pevçûn rû da û hetanî saetên derengî şevê dewam kir.

Dijmin ku li hemberî me xwe nagirin, dîsa çekên giran li dijî gundan pêk tîn, topbarana heta vê kêliyê didome. Di heman demê de balafirên keşfê digerin.

3-Bilbilê: Gundê Şêxorzê duh bi şev rastî bombebarana balafiran û topbaranê hat. Her wiha hemû gundên derdora Bilbilê bi çekên giran hatin topbaran kirin.

4- Raco: Derdora gundên herêmê ji seatên duh êvarî hetanî vê sibehê bibû hedefa çekên giran.

Topbarana hovane li ser gundan dewam dike, heta vê kêliyên jî balafirên keşfê digerin.

5-Şiyê: Ji saetên duh bi şev hetanî sibehê ve, gundên navçeya Şiyê bi çekên giran hatin topbaran kirin. Piştî saetên piştî nîvor, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundên navçeyê topbaran kirin, her wiha balafirên keşfê heta kêliya amadekirina raporê li ser herêmê digerin.

6-Efrîn: Ji şevê din hetanî serê sibehê ve, derdora bajar bi çekên giran hatin topbaran kirin.

7-Mabata (Mabetlî) artêşa Tirk a dagirker gundê Hebo, Sariya, Demilya, Bedîna bi çekên giran topbaran kirin. Topbaran heta heta vê kêliyê didome. Topbarana li ser gundê Bedîna dijwartir e.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …