GIRÊ SPÎ – Li navçeya Eyn Îsa, cenazeyên 5 şervanên QSD‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn bi dirûşme û tilîliyên dayikan hatin oxir kirin.
Şêniyên navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ji bo oxirkirina cenazeyên şervanên QSD‘ê Emar El- Exres, Mihemed El-Reşaq, Emar Ecreş, Ebdiselam Mihemed û Fayîz Amir bi kerewanekî herikîn gundê El- Hikûmiya ya bajarê Reqayê, ji bo ku li pakrewangehê bispêren axê.
Bi sadan welatiyên navçeya Eyîn Îsa û gundên wê, bi dehan şervanên QSD‘ê û Hêzên Ewlekariya Hindirên beşdarî merasîmê oxirkirinê bûn.
merasîm bi rêzgirtinê û toreneke leşkerî ji hêla şervanên QSD‘ê dest pê kir.
Paşê Endamê Komîteya Têkiliyan a QSD‘ê Siûd El-Fêysel sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got “Em bejna xwe li hember şehîdan û dayikan wan ditewînin. Şehadeta her şervanekî me mezin dike û pê serbilin in. Keç û xortên me ji bo rizgarkirina welêt ji çateyên DAÎŞ‘ê can û xwîna xwe bi gorî kirin.”
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Eyn Îsa Mehmûd El-Xelef axivî û got: “Me 5 pakrewan dan, lê em şîniyê nakşînin û em qels nabin. Şehadeta her şevanekî ji bo me serkeftin e û li şûna wan bi sedan leheng tevlî dibin û çekên hevalên xwe hildigirin. Ji ber vê yekê tê xeta têkoşîna wan herdem beredewam e.”
Ji hêla xwe ve endama Rêveberiya Mala Jinê ya Eyn Îsa Emanî El-Sefer deste nîşan kir ku di oxirka şehîdan de îradeyeke bi hêz pêş dikeve, bi vê hêzê welatekî azad ava dibe.
Di dawiya merasîmê de, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan kirin. Paşê rêhevalên pakrewanan derbastên hevalên wan hilgirtin ser milan û bi tilîl û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.