Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê de emê bi rihê şehîdên Berxwedana Serdemê têbikoşin û bi girêdana welatparêziya gelê xwe tola şehîdên xwe rabikin, dagirkeriyê ji axa xwe têk bibin.
Hişmendiya dagirker a ku vîna gelan napejirîne û dijminahiya demokrasi û azadiyê dike, bi qirkirin, komkujî û dagirkirinê ve hewl dide ku hebûna axa azad û civaka azad ji holê rabike. Gef û êrîşên îro dewleta Tirk a dagirker li ser axa Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêk tîne jî encamên vê feraseta desthilatdar e ku bi heman armancê qirkirinê hedef dike. Lê gelê me yê berxwedêr ruxmê giştî êrîş û gefên dagîrkeriya dewleta Tirk li kêleka şervanên xwe di qadên berxwedanê de tekoşîna azadiyê didin. Gelê me di operasyona hewayî a 19’e Mijdarê de helwesta xwe ya li hember dagirkeriyê dewleta Tirk diyar kir û bi vê sekn û helwesta xwe ji Şehba heya Kobanê û heya Dêrikê careke din xwedî li axa xwe û şoreşa xwe derket.
Em weke hêzeke parastinê bi hêz û vîna gelê xwe bi ceste(beden) bûnê. Ji ber vê yekê jî emê heta yek bihûsteke axa me jî dibin dagirkeriyê de be tekoşîna xwe bidomînin. Em soz didin gelê xwe yê xwedî rûmet û her hevalekî xwe yê ku li ser axa Efrînê xwîna xwe rijand û hemû şehîdên Gurzê Gelan ku bûne şehîdên azadiyê, emê welatê xwe ji dagirkeran re nehêlin.
Fermandariya Giştî a YPJ’ê
20.01.2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …