Hevrê Mîzgîn weke fermandareke ciwan hemû erkên xwe ye demê xwedî derket

Ji Gelê Me Raya Giştî re

Şoreşa Jin a Rojava ya ku rihê yekîtiya netewî û rihê yekîtiya gelan xûrt kir, ji gelek keç û xortên leheng re bû stargeh. Li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê ciwanan berê xwe dan nava refên şoreş ê. Ev axa pîroz ji bo  xilasbûna ji desthiladaran, hêviyeke mezin û derfeta jiyaneke nû afirand. Berxwedaniya Kobanê jî  li ser vê bingehê qedera gelê Kurd û herêmê gûhert, ji bo ciwanên ku meşaleya azadiyê rakirine  gava herî şênber da avêtin. Bi vê rihî hemû sînorên heyî hatin rakirin û ciwan bûn lehî tevlî nava refên şoreşê bûn.

Hevrêya me Rojda Kayner bi nasnav Mizgîn Botan jî bi di nava malbatekî welatparêz de mezin dibe û ji warê Berxwedanê li Cîzîra Botan berê xwe dide nava  refên azadiyê. Çanda Botana berxwedêr a ku tu carî serî li hemberî dagirkerî netewand, hevrêyên weke Mizgîn welidand. Hevrê Mîzgîn weke fermandareke ciwan hemû erkên xwe ye demê xwedî derket. Heval Mizgîn dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, weke jineke werek li hemberî vê hovitiyê rabû û di sala 2014’an de tevlî nava refên YPJ’ê bû. Hevrê Mizgîn di tekoşîna ku li hemberî DAIŞ’ê  hate meşandin de rol û misyoneke girîng leyîst. Her kêliya ku nefes girt ji bo gelê xwe tekoşîneke bê eman da meşandin. Di temeneke ciwan de barê gelekî da ser millên xwe û bi kesayeta xwe ye xûrt ve jî li hemberî rastiya welat erkên xwe heta dawiyê, bi rihê axa xwe ye berxwedêr pêk anî. Weke fermandareke ciwan a Yekîneyên Parastina Jin di rêka stratejiya şerê gelê şoreşgerî de xwe xûrt  kir, bi van ezmûn û danehevin xwe rêhevalên xwe re jî perwerde dikir. Hevrê Mizgîn di warê taktîk û stratejîk de xwedî lêhûrbûneke kûrt bû û li hemberî her cûrê êrîşan erkên xwe nû da ava kirinê di asta profesyoneltiya ya di xeta parastina rewa de bi cih anî. Li ser van bingehan hem di warê leşkerî û hem jî di warê birdozî de di demeke kûrt de bû xwedî kedeke bêhempa. Her mirovek bi sekna xwe ye jiyanê, hebûna xwe bi wate dike. Hevrê Mîzgîn jî yek ji van hevalên me bu ku bi seknaya dilnizm ve gêhîştibû asta hebûna xwe bi wate kirinê.

Hevala me Mîzgîn Botan di dîroka 29’ê Çileya 2023’an de dema li ser erka xwe bû di encama qezayê de gêhîşt mertebeya şahadetê. Em di serî de ji malbata Hevrê Mizgîn û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.  Em weke Yekîneyên Parastina Jin xwedî sozdariya pêk anîna, hemû xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd in. Sozdariya me ya ji bo hevrêyên me yên şehîd re bilind kirina me ya tekoşînê ye.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

30.01.2023

Nasnameya Hevrê ya me ya şehîd wiha ye:

Nasnav: MIZGİN BOTAN

Nav û Paşnav: ROJDA KAYNAR

Navê dayîk: HALİME

Navê bav: ABDULLAH

Cih û Dîroka şehadete29/1/2023 EYN İSA

 

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …