Hêzên Sûriya Demokratîk çalakiyeke bi bandor li Şehba pêk anî

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan li herêma Efrînê gelek çalakiyên bi bandor li dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girdayî wê pêk anîn û ziyanên mezin gihandin êrîşkaran.

Li gorî Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hêzên wan di navbera gundên Ebla û Hezwan ên kantona Şehbayê çalakiyeke bi bandor li darxistine û di encamê de siwareyeke çeteyên “Mertala Firatê” rûxandine û kesên têde jî hatine kuştin.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de wiha hate gotin:

“Li hemberî êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê şervanên QSD’ê çalakiyeke bi bandor li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê pêk anîn û ziyanên mezin gihandin wan.

Yekîneyeke QSD’ê li dijî navendeke hêzên Tirkiyeyê yên li herêma Şehba li nêzî bajarê Marihê saet di 02:00’an de piştî nîvê şevê di 23’yê çile de derbasî navenda çeteyan bû û çalakiyek di hundirê navendê de pêk anî. Di encama çalakiyê de sê çete hatin kuştin û gelek çeteyên din birîndar bûn. Her wiha nihat zanîn ku evan çeteyên hatine kuştin leşkerên Tirk in an çeteyên girêdayî wê ne. di çalakiyê de her wiha siwareyeke leşkerî ya çeteyan ku doçka li ser bû hate rûxandin. Li aliyê gundê Kelcibrîn jî hêzên QSD’ê li dijî du navendên artêşa Tirk ên li nêzî Kilcibrîn û Keferxaşir çalakiyek pêk anî û di encamê de gelek ziyan bi van herdu navendan bûn. Her wiha hate piştrastkirin ku di navbera gundên Ebla û Hezwan de çete ketin kemîna şervanên QSD’ê û di encamê de siwareya wan hate rûxandin û kesên tê de jî hatin kuştin.

Li aliyekî din şervanên QSD’ê li nêzî gundê Til Mald çalakiyek pêk anîn û rasterast hêzên artêşa Tirk armanc girtin. Li gundê Sosyan jî şervanan li dijî çeteyên Mertala Firatê çalakiyek pêk anîn.

Di van çalakiyan de bersiveke tund li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê hate dayîn. Şervanan ragihandin ku çalakiyên wan bi zêdebûna hovîtiya êrîşkaran dê zêdetir bibe.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …