Bi dîmen û wêne kuştiyên leşkerên Tirk û çeteyên wê li Efrînê

EFRÎN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê wêne û dîmenên cenazeyên leşkerên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li  Efrînê weşand.+Bi dîmen û wêne kuştiyên leşkerên Tirk û çeteyên wê li Efrînê (3)

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê îdîayên çapemeniya AKP`ê ku kuştî û birîndarên leşkerên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê vedşêre, daxuyaniyek her wiha dîmen û wêneyên kuştî û birîndarên leşker û çeteyên dagirker weşand.

YPG`ê got:

ʺMedyaya Tirk her çendî bi nûçeyên derew dibêje Artêşa Tirk a dagirker bi lez û bez bi pêş ve diçe jî, lê derbên giran li artêşa dagirker û çeteyên wê têne xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku di encama êrîşa hewayî ya zêde û bejahiyê de nikare gavekê jî bi pêş ve biçe berê xwe dide sivîlan.

Artêşa Tirk a dagirker ku li gel her cure propagandayê û teknîka pêşketî jî li pêşberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk derbên giran dixwe, windahiyên xwe jî vedişêre. Di encama şerê 5 rojan de medyaya Tirk heta niha tenê nasnameya 4 leşkeran daye, bi dehan cenaze di dest şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne. Em dîmenên cenazeyên  leşker û çeteyan ku nasnameya wan tespît bûne û malzemeyên ku di berxwedana Girê Qude de hatine bidestxistin par ve dikin.ʺ

 

 

Check Also

Hêzên Me, Operasyona “Xûrtkirina Ewlehiyê” Ji Bo Şopandina Şaneyên DAIŞ’ê Li Herêma Dêra Zorê Dane Destpêkirin

Ji ber êrîşên terorîstî yên ku li herêma Dêrezorê pêk tên, ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê …