Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandara YPJ′ê Rûken Mardîn axivî, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got, ″Cangoriyên azadiyê yekîtiya gelan ava kirin û riya azadiya gelan ronî kirin.″

Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebdullah jî diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk didome û wiha domand, ″Şervanên YPG/YPJ′ê li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk rojane destaneyên lehengiyê dinivîsin.″

Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star Şêrîn Oso jî bal kişand ser rola şehîdan di yekîtiya gelê herêmê de û wiha axivî, ″Em ê li ser şopa şehîdên xwe, têkoşînê bidomînin û civakeke demokratîk li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan ava bikin.″

Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şervana YPJ′ê Hena Elûş (Bêrîtan Gabar) ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, eşkere kir.

Di dawiyê de gel cenazeyê şehîd Berî di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ