37 şervanên QSD`ê tevlî herdû dewreyên perwerdeyê bûn.

Merasîma bidawîkirina herdû dewreyan bi rêzgirtin hatin destpêkirin. Paşê toreneke leşkerî ji aliyê şervanên ku tevlî dewreya perwerdeyê bûne ve hate lidarxistin.

Di merasîma bidawîkirinê de yek ji fermandarên QSD`ê Kanî Ehmed axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir û tekez kir ku ew ê heta dawiyê li gorî pîvanên displînê tevbigerin û parastina sivîlan bikin.

Ehmed di berdewamiya axaftina got ku ewê heta dawiyê li hember hemû pêkhateyan erka xwe ya parstinê pêk bînin û diyar kir ku ew ji hemû êrîşên li ser wan amade ne.

Paşê şervanên ku tevlî herdû dewreyên perwrdeyê bûne soza leşkerî dan û tekez kirin ku ew ê ji bo parastina hemû xaka Sûriyê canê xwe feda bikin.

Di dawiyê de belgeyên bidawîkirina dewreyê li hemû şervanan hatin belavkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ