Gelê Efrînê lehengên Berxwedana Serdemê oxir kirin

EFRIN-OXIRKIRNA-SAHIDAN (3)

Girseya gel cenazeyên şervanên YPG/YPJ′ê, Hêzên Asayîşê û Xweparastinê ″Selmo Betal, Nîzar Erebo, Nûra Eyn Elî, Welîd Icêlî, Şiyar Hacî, Feyzî Welo (Bahoz Efrîn), Dilo Selê (Canşêr Dirbêsiyê), Sebrî Besê (Hemze Şêrawa), Îdo Misto (Îdo Şêrawî), Mahir Rêber, Rehmo Ebdo (Nimir Şêrawî), Bekrî Elo (Serhildan Zagros), Mihemed Hebeş (Sîpan Kanî), Teysîr Umer (Welat Şêr) û Ciwan Kurdî (Armanc) ji nexweşxaneyê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Avseta Xabûr ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Ebdo, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd, birayê şehîd Bahoz, Yeşar Mihemed, her wiha bavê şehîd Armanc Ezîz Kurdî û xalê şehîd Amargî, Hesen Tewo axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nikarin vîna gelê herêmê bişkînin û diyar kirin ku şervanên azadiyê bi şev û roj derbeyên giran li wan didin.

Axaftvanan soza şopandina riya şehîdan û parastina Efrînê li hember êrîşên dagirkeriyê dan.  EFRIN-OXIRKIRNA-SAHIDAN (2)

Di dawiya merasîmê  de cenazeyên cangoriyan li goristanê hatin veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …