YPG`ê nasnameyên sê şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kirin

YPG nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir.

YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameya 3 şervanên YPG`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

ʺPêngava Bagera Cizîrê a bi armanca rizgarkirina bejahiya Dêrezorê hatibû destpêkirin îro 5 mehê xwe temam kir û operasyonên şervanan li ser çeteyên DAIŞ’ê bênavber didome. Di çarçoveya pêngavê de 3 rêhevalên me roja 4’ê Sibatê di encama  operaasyona li  dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû lidarxistin, bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Em weke YPG û YPJ`ê di şexsê 3 rêhevalên me qehreman hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê me re dixwazin.

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

Dijwar Girkêlegê

Nasnav: Dijwar Girkêlegê

Nav û Paşnav: Mihemed  El Dehiş

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Girkêlegê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 4 Sibat 2018

Mihemed Cernaf

Nav û Paşnav: Mihemed Cernaf

Navê Dayikê: Helala

Navê Bav: Atilla

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 4 Sibat 2018

Tifîhî Til Îsa

Nasnav: Tifîhî Til Îsa

Nav û Paşnav: Raken El Îsa

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 4 Sibat 2018.ʺ

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …