Emê gelê xwe biparêzin û tola şehîdan rakinJi çapemenî û raya giştî re

Îro piştî nîvro di seet derdora 13:30 an de, li bajarê Qamişlo, li taxa Cirnik, dema ku komek şervanên Erka Xwe Parastin li ser erka xwe bûn, rastî êrîşa balafirek bêmirov a artêşa Tirk a dagirker hatin. Di encama vê êrîşê de 4 şervanên me şehîd bûn, 3 şervan jî brîndar bûn. Nasnameyên şehîdên me piştre bi raya giştî re werin parve kirin.
Artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de bi êrîşên dijwar û dij-mirovî hewl dide ku di nav gelê me de tirs û nerehetiyek ava bike. Em wekî Hêzên Suriya Demokratîk car din dubare dikin ku berdelê vê çi dibe bila bibe, emê di hemû şert û meran de gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe biparêzin û tola şehîdên xwe ji dagirkeran hildin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
09 Tebax 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …