Di Rêze Çalakiyên Bersivdayînê De, Herî Kêm 7 Dagirkerên Tirk Hatin Kuştin

Ji çapemenî û raya giştî re

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî axa Bakûr û Rojhilata Sûriyê her roj zêdetir dike. Di van êrişên ku bi piranî welatiyên sivil tên hedef girtin de herî dawî di roja 16ê Tebaxê de, li Kobanî zarokek şehîd ket û 4 welatî jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de, balafirek bêmirov ya artêşa Tirk a dagirker li gundewarê Amûdê êrişek li hember noqteyek hêzên Erka Xwe Parastinê lidar xist û di encamê de 5 şervan şehîd bûn û gelek welatiyên ku hewl didan brîndaran bibin nexweşxanê jî birîndar bûn. Ji bo bersivdayîna van êrişan, ji aliyên hêzên me ve li hember artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakiyên bibandor hatin lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Li sînorên bajarên Riha, Dîlok û Mêrdinê, li hember artêşa Tirk a dagirker 3 çalakiyên bibandor hatin lidar xistin.

Di çalakiya yekemîn de, li nêzî qereqola Çiçekalan ya girêdayî navçeya Bêrecûk ya bajarê Rihayê, dema ku 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker li derdora obûsek bi cureya T-155 de kom bûbûn, hatin hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de li gorî agahiyên ku hatin girtin, fermandarek û endamek istîxbaratê jî tê de bi giştî 6 endamên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Gelek birîndarên dijmin jî hene lê di derbarê hejmara birîndaran de agahiyên zelal nehatin girtin. Di encama vê çalakiyê de di cebilxaneya baregehê de teqîn çêbû.

Di çalakiya duyemîn de, qereqola Koprubati ya girêdayî navçeya Karkamiş ya bajarê Dîlokê hat hedef girtin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker nehat zelal kirin.

Çalakiya sêyemîn li sînora bajarê Mêrdînê hat lidar xistin. Di vê çalakiyê de seyareyek bi cureya kirpi hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 1 leşker hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Di van çalakiyan de bi giştî 7 endamên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 3 leşker jî birîndar bûn. Li dijî her cure êrişên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyên me yên bersivdayînê wê berdewam bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
18 Tebax 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …