Di şopandina Berxwedana Serdemê de Tolhildan Welat şehîd bû

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê raghand ku endamê wan di bexwedana Girê Qestelê şehîd bûye.

Navenda  Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî şehadeta endamê xwe (ango Endamê Raghandina YPG) di Berxwedana Serdemê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

ʺEndamê ragihandina me yê Kantona Efrînê Tolhildan Welat dema ku berxwedaniya dîrokî ya Girê Qestelê dişopand, şehîd bû.

Tolhildan Welat dema ku berxwedaniya şoreşgerî a sedsalê ku li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê dişopand û hewl dida ku bi raya giştî a cîhanê re parve bike, di dîroka 22’ê Çileya 2018`an de di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de li ser erka xwe gihişt asta şehadetê.

Wekî tê zanîn duh leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişeke pir dijwar birin ser Girê Qestelê. Hêzên QSD, YPG û YPJ`ê bersiv da êrişan û rexmî hemû teknîka leşkerî ku li ser vî girî hate bikaranîn, gir hat parastin. Di encam de gelek çete hatin kuştin, 2 termê xwe jî li pey xwe hiştin û neçar man ku paş de birevin. Piştî ku êriş hat şikandin artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer dest bi êrişên hewayî kir. Hevalê me Tolhildan Welat jî li vî girî vê berxwedaniya dîrokî a sedsalê dişopand. Bi kamîra û çeka xwe ji destpêkê heya dawiyê di vê berxwedaniyê de cih girt û di encama êrişa hewayî de gihişt asta şehadetê.

Tolhildan Welat, li navçeya Bilbilê ya girêdayî Kantona Efrînê ji dayik bû. Di malbateke welatparêz de mezin bû. Ji zarokatiya xwe heya tevlî nav refên şoreşê jî bû, her tim bi hest û berpirsiyartiyeke welatparêziyê tevgeriya û heya kêliya dawî a jiyana xwe jî wisa derbas kir. Di temenê xwe yê ciwan de erkeke giran hilda ser milê xwe da ku berxwedaniya Hêzên Suriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê bi dîmen û wêneyên ku dikşîne ve qeyd bike û bike malê dîrokê. Ev nêzikî salek bû ku bi vî giyanê ve timî eniyên şer geriya û şopa xwe hişt.

Em wekî rêhevalên wî yên Navenda Ragihandina YPG`ê di şexsê rêhevalê xwe Tolhildan Welat de soza berdewamkirina şopa wî, pêkanîna armanc û xeyalên wî car din nû dikin. Ji gelê xwe yê têkoşer û malbata wî re sersaxiyê dixwazin.ʺ

 

https://www.youtube.com/watch?v=EMbNXyO88vY

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …