Cenazeyên Neh Şehîdên Yekîneyên Antî-Teror Gihiştin Heremên Bakur Û Rojhilatê Sûriyê

Piştî rêze pêwendiyan hêzên me karîn cenazeyên 9 şehîd, Fermandar û şervanên Yekîneyên Antî Teror YAT ên ku li başûrê Kurdistanê di encama ketina du Helîkopterana şehîd bûn werbigre û bighîne heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Tîmeke hêzên me tevî endamên Fermandariya Giştî cenazeyên şehîdan gihandin bajarê Hesekê.

Sibe Çarşemê 22ê Adarê, wê hêzên me bi merasîmekî navendî cenazeyên şehîdan oxir bike. Merasîm saat 11 an bi kombûna gel li ber nexweşxaneya Şehîd Sarya a li taxa Xwêran dest pê dike, piştre wê cenazeyên şehîdan li ser milan werin veguhestin ber bi stadyûma Serdem a li heman taxê û li wir bi muzîka leşkerî wê silav ji bo giyanên şehîdan were peşkeş kirin.

Merasîm wê bi peyamên fermandariya Giştî a QSD û saziyên fermî, û nûnerên hevkar û hevalbendên hêzên me yên di şerê li dijî terorê bi rê ve biç.

Wek dilsoziya bi zarokên gelê me yên ku di oxira parastina herêmê bi tevahî pêkahteyên wê canê xwe feda kirin, em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê netewî û serhildanê beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bibin.

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD

21 Adar 2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …