Wê Bi Geş Kirina Agirê Newrozê Faşîzm Teqez Têk Biçe

Bi gurzê Kawayên Hemdem tekoşîna ku li hemberî Dehakên demê tê meşandin, bi şoreşa jin a Rojava re careke din hêviya gelan nû kir. Tekoşîna jinan a ku bi navê YPJ’ê bi beden bû, weke germahiya agirê Newrozê bi her demsala ku derbas dibe re xwe geştir dike. Newroz li ser vê erdnîgariyê di hemû deman de bûye îfadeya tekoşîna li hemberî desthildariyê.

Cejna 21’ê Adarê li Bakûr Rojhilatê Sûrî bi îddîa û biryardariya parastina destkeftiyên şoreşê tê pêşwazî kirin. Li hemberî hemû leyîstok û polîtîkayên înkar,îmha,qirkirin û asîmîlasyonê bi rihê cejna Newrozê, bilind kirina tekoşînê wê hewldanên dagirkeran vala derbixîne. Dîroka gelê me yê berxwedêr, di nava şoreşa Bakûr Rojhilatê Sûrî de jî bi pêşengtiya jin, çarenûsa ji aliye desthiladaran ve li ser gelan dihate ferz kirin, qebûl nekir. Me weke şervanên vî gelî gelek canên delal ber bi bê dawî bûnê ve oxir kir. Lê îro hemû deverên cîhanê dengê dirûşmaya Jin,Jiyan Azadî tê bilind kirin, ev yek ji bo me weke jinên ku pêşengtiya şoreşê dikin, cihê şanaziyê ye. Di Newroza îsal de jî hemû pîrozbahî weke serhildanên li hemberî feraseta mêr dewlet têne lidarxistin. Êdî ‘Dem Dema Azadiya’ jin û gelan e. Xwe li derdora agirê Newrozê a ku mizginiya bihareke nû dide kom kirin, wê teqez azadiyê bîne.

Me di arifeya cejna Newrozê de 9 hevalên xwe yê hêja yên ku di oxira parastina welat û rûmeta gelan de xwedî kedên bêhempa bûn, şehîd dan. Em cardin tevahî şehîdên xwe yên ku rihê xwe gihandine sirra pîroziya agirê Newrozê bibîrtinin û wê geşkirina agirê Newrozê teqez faşîzmê têk bibe.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

20.03.2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …