Birûsk Hesekê: Tirkiye piştî derbeyên giran dixwaze planên nû pêk bîne

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Fermî yê YPG′ê Birûsk Hesekê da zanîn ku general Xelûsî Akar serdana eniyên şer ên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir da planên nû yên leşkerî bide pêşiya wan.

Birûsk Hesekê daxuyaniyek da û wiha got:  

″Roja şemiyê General Xelûsî Akar serdana eniyên şer ên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir da planên nû yên leşkerî bide pêşiya wan. Ji ber ku Artêşa dagirker û çeteyên wê derbeyên giran ji destê şervanên QSD′ê dixwin û nikarin li herêmê pêşve biçin.

Di 48 saetên piştî serdana General de, şervanên QSD′ê  derbeya herî giran li Artêşa dagirker û çeteyên wê dan û bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin. Dewleta Tirk fermî bi vê yekê îtîraf kir. Her wiha du balafirên Tirk ji aliyê şervanan ve hatin xistin, gelek tankên Artêşa dagirker hatin rûxandin û gelek noqteyên xwe ji dest dan.

Şervanên QSD′ê li dijî baragên çeteyên dewleta Tirk ên li bajarê Ezazê (eniyên paş ên êrîşê) çalakiyek li dar xistin. Di encamê de eniyên wan bi temamî hatin rûxandin û depoyên wan ên cebilxaneyê hatin teqandin.

Diviyabû ku General Xelûsî Akar li gorî encamên plana xwe yan were bidravekirin an jî ji Artêşa Tirk were avêtin. Lê tişta balkêş ew e ku General Akar dê sibe careke din serdana eniyên şer bike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …