Artêşa Tirk a dagirker 3 welatiyên Efrînê revandin

NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatiyên sivîl ji gundê Umer Simo yê navçeya Şera revandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên li ser Efrînê de derbeyên giran xwarin, Artêşa dagirker siyaseta tirsandina sivîlan li herêmê dide meşandin.

Di vê çarçoveyê de Artêşa dagirker 3 welatiyên sivîl ″Mehmûd Mihemed Xedro (46), Henîf Welîd Welo (42) û hevjîna wî Ceylan Îmad Mihemed (33)″ ên ji gundê Umer Simo yê girêdayî navçeya Şera revandin û wan birin cihekî ne diyar.

Heta niha çarenûsa hersê welatiyan ne diyar e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …