Bîlançoya Êrîşên Dagirkeriya Tirk A Li Ser Heremê Di Roja 24 Mijdarê
November 25, 2022
Daxwuyanî
223 Views
Êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser heremên Bakur û Rojhilarê Suriyê berdewam dike, bi taybet heremên sivîlan û binesaziya heremê a ku debara jiyana millet peyda dike dike armanc, sûcên dagirkeriyê ên li dijî mirovahiyê bi dîmenan hatine belge kirin, ev sûc dijî xelk û axa me pêk tên, pêwîste ev sûc dakeve ser maseya lêpisînê a navdewletî.
Bîlançoya êrîşan a dernegiya şeva 23 Mîjdar û 24 wê wihaye:
23ê Mijdarê;
Herêma Cizîrê;
Qamişlo;
Gundên Mehşûq, Dêrna Qilinga, Gir Henak, Sawyer, Rotan, Til Zîwan, Elî Fero, Hermê Şêxo, Kodo, Dodan zêdetirê 20 obusan û doçkayan hat topbaran kirin.
Li navenda bajêr seyareyek ji aliyê balafirê keşfê ve hat bombebaran kirin.
Şirketên Newroz, gaziyek sotemeniyê bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.
Cihên belavkirina mazotê ya bajaroka Tirbesipiyê û gundê Dêrna Qilinga hatin topbaran kirin.
Herêma Firatê;
Girê Sipî;
Gundên Hoşan, Şorbenîsk, Seyda, saumayê gundê Qizelî, şîrketa çîmento bi obus, hawan û gulleyên tankê hatin topbaran kirin.
Minbic;
Gundên Girê Elhemam, Til Elseyada, Toxar bi 10 obus û hawanan hatin topbaran kirin.
24ê Mijdarê;
Herêma Efrînê;
Gundên Soxanekê, Bênê, Maliliyê, Meyasê, Şewarqa, Merenaz, Tatmaraş, Kefer Naya, Îrşadiyê, Elqemiyê, Hirbil, Minnix, Bêllûniyê, Til Madîq, Mişêrfê, Zîwan, Kefer Nasêh, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Seddê Şehba û bajaroka Til Rifat zêdetirê 200 obus û hawanan hatin topbaran kirin.
Herêma Cizîrê;
Til Temir;
Gundên Qibûr Xerecna, Gozeliyê, Dirdara, Xelf Elrikbê zêdetirê 20 obusan hatin topbaran kirin.
Amûdê;
Gundên Esediyê, Bobî, Mihemela, Rabîat, Cetel, Til Kêf, Şorik, Xeşafiya, Xirzê, Xanikê, Bîhîra, Cirnikê, Elgaziya, Xirbe Şîhîr, Til Werd, Til Emîr û bajaroka Zirganê zêdetirê 80 obusan û çekên doçka hatin topbaran kirin. Di encam de şervanek me şehîd bû, 2 şervanên me jî birîndar bûn.
Qamişlo;
Gundên Neyîf, Til Cîhan, Digirê, Miherikan, Mele Ebas, Mahşûq, Mizgeft, Hatimiyê, Herem Reş, Zorava zêdetirê 30 obusan hatin topbaran kirin.
Herêma Firatê;
Kobanê;
Gundên Zormexar, Til Ehmed Mûnîr, Til Ehmed, Zorava, Ziyaret, Kirbenat, Til Cîşan, Til Ebrê û bajaroka Şiyux Foqanî zêdetirê 50 obus, hawan û gulleyên tankê hatin topbaran kirin.
Girê Spî;
Gundên Mealîk, Dibis, Seyda, Îbrahîm Kirdo bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.
Minbic;
Gundên Boxaz, Koryehûk û Toxar bi 12 obusan hatin topbaran kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
25’ê Mijdara 2022