Encamên Êrîşên Dagirkeriya Tirk Yên Roja Înê 25ê Mijdara 2022an

Şikestina dewleta dagirker a Tirk ji encamên binkeftî yên êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bûye, ji ber vê yekê jî êrîşên xwe bi awayekî hovane û derveyî pîvanan li ser deverên sivîl û jêrxaneya xizmetguzariyê berdewam dike, di demekê de ku gelê me li hember vê destdirêjiyê berxwedana xwe mezintir dike û em şanaziyê bi helwesta wêrek û bi rûmet a gelê xwe di heyama êrîşên berdewam de nû dikin û em mafê xwe yê parastina gel bi hemû rêyên leşkerî yên rewa tekez dikin.

Di roja şeşemîn a êrîşan de, dagirkeriyê zêdetirî 77 gund, bajarok û navendên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin û komek çeteyên di bin gera balafirên keşfê de hewl dan êrîşî herema Zirganê bikin, hêzên me li hember wan rûbirû bûn û 6 çeta ji wan kuştin.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja Pêncşemê 24ê Mijdarê û herwiha encamên roja Înê 25ê Mijdarê ev in:

24ê Mijdarê;

 

Herêma Cizîrê:

Amûdê

Eniya Zirgan bi 8 obus û 6 hawanan hat topbaran kirin.

Li gundê Bobê hewldana êrîşa çeteyan hat têk birin. Di pêvçûnê de 2 çete hatin kuştin. Piştî pêvçûnê çalakiyek bi çekên giran li hember çeteyan hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî 4 çete hatin kuştin. Bi giştî 6 çete hatin kuştin.

 

Qamişlo

Gundên Zorava, Xiwêtla, Mele Ebas, Şelûmiyê bi 7 obusan hatin topbaran kirin.

 

Til Temir

Gundên Tewîla û Gozeliyê bi 14 obusan hatin topbaran kirin.

 

Herêma Firatê:

Kobanê

Gundên Cîşan, Goran, Xirbîsan, Zorava, Til Ehmed Mûnîr bi 11 hawan, 2 gulleyên tankê hatin topbaran kirin.

 

Girê Sipî:

Gundên Tepê Xan, Xalidiyê û gaziya Terad bi obus û tankan hatin topbaran kirin.

Eyn îsa:

Tirwaziye:

Bajarokên Um El Beramîl bi 3 obusan hat topbaran kirin.

 

Minbic:

Gundên Elyanlî, Korheyuk, Ewn Dadat, Hoşeriye, Boxaz û Seyada bi 18 hawan û 5 obusan hatin topbaran kirin.

 

25ê Mijdarê:

 

Herêma Efrînê

Gundên Samûqa, Til Ziwan, Til Madiq, Til Cîcan, Im Hûş, Minnix, Eyn Deqnê, Nêrebiye, Bêlluniye, Dêrcimel, Şêx Îsa, Girê Meyasê, Merenaz, Şewerqa, Malikiye, Soxaneke, Qinêtirê, Girê Bênê, Tatmaraş, Tinnib, Elqemiyê, Îrşadiyê û bajaroka Til Rifat bi 406 obus, 39 hawan, 350 bombeyên bombeavêjê hatin topbaran kirin.

 

Herêma Cizîrê:

 

Til Temir

Gundên Dirdara, Til Tewîl û Tewîla bi obusan hat topbaran kirin.

 

Hol

Li Kampa Holê hemwextî gera belafirên keşfê yên Tirk, komek çete reviyan û piştê  demek kurt ji aliyê hêzên me ve hatin girtin.

 

Herêma Firatê:

Kobanê

Gundên Zormexar, Cîşan, Goran, Xirbîsan, Ziyaret, Qeremox, Til Şeyîr,  Siftek, Kor Elî, Çarixlî, Xerab Eto  Girê Miştenur û bajaroka Şiyux Foqanî bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

 

Girê Sipî

Gundên Huşan, Seyda, Ebdokê, Ebû Kurdo, Dibis, Koberlik, Îbrahîm Kurdî û rêya M4 a navdewletî bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

 

Eyn îsa

gundê Siwêdiya bi 5 obusan hatin topbaran kirin.

 

Minbic

Çiyayê Hemam, gundên Hoşeriye, El Cat, Korheyuk, Seyda, Ewn Dadat, El Yanelî bi 15 hawan û 12 obusan hatin topbaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
26’ê Mijdar 2022

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …