Daxuyaniya navedna Ragîhandina YPG’ê wihaye:

“Berxwedana Serdemê ya li hember artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst yên girêdayî wê, bi pêşengtiya YPG-YPJê bi hemû hêza xwe didome. Di berxwedana ku 78 rojan li pey xwe hişt de, bi têkoşîna ku raber dikin hêzên me îspat kirin ku dagirkerî nikare di axa Efrînê de bijî. Bi dehan hevrêyên me yên wek Avetsa, Îlan û Polat bi xwîna xwe destnîşan kirin ku ev berxwedana li hember mêtîngeriyê tenê bi rihê fedaî pêkan e.

Rêhevalên me Berxwedan Kanîreş, Botan Cizîr, Cemal Tolhildan, Deniz Kawyan Amed, Fîdan Engîn Garzan, Mûrat Qamişlo û Şiyar Cûdî li ser vê xeta fedaî heya dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin û gihîştin şehadetê. Heft rêhevalên me yên ku di cîh û dîrokên cûda de şehîd bûne, yek bi yek bûne mînakên berxwedêriya lehengane. Ji van hevalên me Botan Cizîr û Deniz Kawyan Amed yên ku di qadên xwe de erka fermandariya şer girtibûn ser milên xwe derbên giran li dagirkeriyê dan.

Dîsa rêhevala me Fîdan Engîn Garzan ji malbateke welatparêz dayik bûye û malbateke ku şoreşê Kurdistanê de tevlîbûyîneke xort çêkiriye û bedel daye. Rêheval Fîdan jî vê çandê bandor bûye û tevlî şoreşê bûye. Di berxwedana serdemê ya Efrînê de bi awayekî lehengî cihê tê de girtiye.

Ev heft rêhevalên me yên bi xak, welat û gelê xwe ve heya mirinê girêdayî, raber kirin ku têkoşîna bênavber û girêdan wê çawa be û çawa bê jiyin.

Em weke YPG û YPJ di şexsê şehîdên fermandar Botan Cizîr û Deniz Kawyan Amed de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Efrînê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Bi girêdana bîranînên wan û bilindkirina têkoşînê û em soza şer ya heya ku yek çete û leşkerek artêşa dagirker di xaka me de nemîne dubare dikin.”

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Kanîreş

Nav û Paşnav: Yasîn Açsuy

Navê Dayikê: Zeytîn

Navê Bav: Ebdulrehman

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şiyê / Gundê Senarê / 26 – 27 Sibat 2018

 

Nasnav: Botan Cizîr

Nav û Paşnav: Mazlum Bayar

Navê Dayikê: Fehîme

Navê Bav: Abdulah

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şiyê / Gundê Senarê / 26 – 27 Sibat 2018

 

Nasnav: Cemal Tolhildan

Nav û Paşnav: Ozan Înce

Navê Dayikê: Melîke

Navê Bav: Mehmetşah

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Moseka / 23 Sibat 2018

 

Nasnav: Denîz Kawyan Amed

Nav û Paşnav: Dîlan Burun

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Gundê Kurzêlê / 11 Adar 2018

 

Nasnav: Fîdan Engîn Garzan

Nav û Paşnav: Mizgîn Alphan

Navê Dayikê: Muhbet

Navê Bav: Zekî

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Derwîş / 5 Adar 2018

 

Nasnav: Murat Qamişlo

Nav û Paşnav: Diyar Esman

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Omer

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Hecîka / 19 Sibat 2018

 

Nasnav: Şiyar Cudî

Nav û Paşnav: Dawud Doş

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Silêman

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Adar 2018

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ