Li riya ketina goristanê girseya gel cenaze li ser milan kirin û bi diruşmeyên dilsoziya bi şervanên YPG/YPJ’ê re heta goristanê meşiyan. LI goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Horiya Nûridîn axivî. Di axaftinan xwe de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û soz da ku ew ê heta dawî li ser xeta şehîdan tekoşîna xwe dewam bikin.

Di berdewama merasîmê de li se navê YPG/YPJ’ê jî Gîvara Hesekê axivî û got şehîdan bi tekoşîn û fedekariya xwe hemû gelê herêmê kirine yek û navê xwe di dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsandine.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Hevserokê Desteya Perwedeyê ya Cizîrê Mihemed Salih Ebdo axivî û got ku hin kesayetên di nava ENKS’ê ya di bin bandê Koalîsyona OPozisyona Sûriyê dixwazin “Meclîsa Dîlokê” rewa bikin û wiha dom kir: “Tiştê ev ENKS’î dikin, hin welatiyên Şamê yên dema Xoro ket Şamê de û pêşwaziya wan kir, tîn in bîra me. Wan dagirkirina Şamê rewa kirin.”

Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameya Şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan bi diruşme û tilîliyan spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ