Ş. Nûman li Hesekê bi merasîmekê hate oxirkirin

HESEKÊ – Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Nûman ku di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bibû li goristana Ş. Dijwar a li gundê Dawûdiyê bi merasîmekê oxir kirin.

Bi armanca oxirkirina cenazeyê şervanên YPG’ê Sîpan Ehmed (Nûman) ku di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi sedan welatiyên bajarê Hesekê li pêşiya Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê kom bûn. Welatiyan piştî ku cenazeyê şehîd Nûman wergirtin bi karwanekî siwareyan ber bi Mezara Ş. Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve çûn.

Li mezarê girseya gel cenazeyê şehîd li ser milên xwe kirin û ber bi qada merasîman ve birin. Li vir merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û tûreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve dest pê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîze Ehmed axivî û sersaxiya malbata şehîd û gelê Kurd xwest û got ku bi saya fedekariya şehîdan pêkhateyên herêmê destkeftiyên mezin bi dest xwe ve anîne.

Di merasîmê de Endamê Fermandariya YPG’ê Diyab Hesekê axivî û got ku bi saya fedekariya şehîdan yekîtiya pêkhateyên herêmê ava bûye û asta têkoşîna gelên herêmê ber bi azadiyê ve bilindtir bûye.

Girêdayî berxwedana serdemê ya Efrînê Diyab got ku çawa Kobanê, Reqa û gelek deverên din ji terorê hate rizgarkirin, bê guman serkeftin para berxwedana Efrînê ye û di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan dubare kir.

Di merasîmê de Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan axivî û sersaxî ji malbata şehîd Nûman re xwest û wiha got: “Bi saya xwîna şehîdên weke Nûman, Avesta Xabûr û hemû şehîdên riya azdiyê bê guman serkeftin para gelên Bakurê Sûriyeyê ye.”

Sarûxan di axaftina xwe de got ku şervanên azadiyê ev 39 roj in bê navber li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê li ber xwe didin.

Di dawiya merasîmê de belgeya şehadeta şehîd Nûman hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê şehîd li ser milên xwe kirin û li rex tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …