YPG nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir.
YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameya 3 şervanên YPG`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
ʺPêngava Bagera Cizîrê a bi armanca rizgarkirina bejahiya Dêrezorê hatibû destpêkirin îro 5 mehê xwe temam kir û operasyonên şervanan li ser çeteyên DAIŞ’ê bênavber didome. Di çarçoveya pêngavê de 3 rêhevalên me roja 4’ê Sibatê di encama operaasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû lidarxistin, bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Em weke YPG û YPJ`ê di şexsê 3 rêhevalên me qehreman hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê me re dixwazin.
Nasnameya pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Dijwar Girkêlegê
Nav û Paşnav: Mihemed El Dehiş
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Girkêlegê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 4 Sibat 2018
Nav û Paşnav: Mihemed Cernaf
Navê Dayikê: Helala
Navê Bav: Atilla
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 4 Sibat 2018
Nasnav: Tifîhî Til Îsa
Nav û Paşnav: Raken El Îsa
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Silêman
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 4 Sibat 2018.ʺ