Şehîd Dilbirîn bi merasîmeke heybet hate oxirkirin

EFRÎN – Bi sedan şêniyên kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG‘ê Enwer Mirzo (Dilbirîn) bi merasîmeke girseyî li goristina Şehîd Refîq oxir kirin.EFRIN-MERASIMA-SEHIDA (7)

Bi sedan şêniyên kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG‘ê Enwer Mirzo (Dilbirîn) yê ku  25‘ê mehê dema li ser eka xwe bû li Girê Barîn ê gundê Îskayê yê navçeya Şêrawa şehîd bû, ji nexweşxaneya Avrîn a kantona Efrînê wergirtin. Girseya ku wêneyên şehîd Dilbirîn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ‘ê û TEV-DEM‘ê hilda bûn bi kerwanekê  ber bi goristina Şehîd Refîq a li gundê Matîna ya navçeya Şera çûn.

Li goristnaê merasîmeke hate lidarxisitn û bi rêzgirtinê dest pê kir. paşê axaftin hatin kirin.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a naçeya Şêrawa Mehmûd Cafo, bi navê fermandariya YPG‘ê Sadiq Havîdî û bi navê malbata şehîd xuşka wî Şêraz axivîn.

Axaftivanan sersaxî ji malbatên şehîd re xwest û qehremaniya wan a ji bo parastina herêmê destnîşan kirin.

Di axaftinan de banga xwedîderketina li nirxên şehîdan hate kirin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Dilbirîn hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şêniyên cenaze di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayikan spartin axê.

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …