Berdevka YPJê Nesrîn Ebdullah: “Em bi qasî hêzeke aştiyê ne, hêzeke xweparastinê ne jî.”

Berdevka YPJê Nesrîn Ebdullah di derbarê geşedanên dawî yên li Bakûrê Sûrî û Rojava, Îdlîb û êrîşên li hember Efrînê daxuyaniyek da.

Ebdullah got ku: “Hewldanên pêşerojeke nû ya bêyî Kurdan wê ji rewşa heyî baştir nebe. Tekane rêya qedandina aloziya li herêmê tenê pêşxistina serdemek nû ya diyalogê ye.” Ebdûllah got ku piştî bidawîbûna DAIŞê divê ku serdemeke nû ya diyalogê destpê bike û wiha berdewam kir:

 

“Piştî ku DAIŞ bi temamî xilas bibe, tu hinceteke hêzên navneteweyî ku di Sûrî de bimînin namîne. Eger ku naxwazin li derveyî lîstokê bimînin, divê ku rola dikeve ser milên wan yê ji bo pêşxistina pêvajoyeke nû ya dîyalogê, pêk bînin.”

 

Ebdûllah di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand êrîşên artêşa Tirk ya li ser Efrînê û got: “Hebûna Tirkî li Îdlîbê ne rewa ye û tenê yek armancek xwe heye; dorpêçkirina Efrînê. Li gor peymana Astana ya ku bi armanca kêmkirina aloziyên li hinek herêman hatibû lidarxistin, divê ku artêş bixwe nekevin van deran. Divê tenê hêzên biçûk yên ewlekariyê werin bicîh kirin. Dewleta Tirk ev yek jî binpê kir û niha hêzên xwe di Îdlîbê de bicîh kiriye!”

 

Ebdûllah anî ziman ku YPG û YPJê hêzên xweparastina civakê ne û got: “Eger Tirkî û çeteyên êrîşên xwe li ser Efrînê bidomînin, di vir de berpirsiyar Rûsya û Emerîka ye jî. Emê wan jî berpirsiyar bigirin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …