HESEKÊ – Şêniyên bajarokê Keramê cenazê 5 şehîdên YPG`ê û Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê li goristana şehîd Memo û Sîvdar spartin axê.
Welatiyan cenazê şehîdan Ebdilhemîd Mihemed (Zana Keramê), Ibrahîm Kesir ( Rêber Keramê), Ebdilkerîm Rehîm ( Şahîn Xezaniyê), Ibrahîm Ehmed ( Delîl) û endamê Meclîsa Leşkerî yê Dêrezorê Elai El-Siyalî (Baran Reqa) ji Saziya Malbata Şehîdan a Hesekê wergirtin.
Piştre bi karwanekî erebeyan ber bi goristana şehîd Memo û Sîvdar ve ya li bajarokê Keramê birêketin.
Li goristanê şervanên YPG û YPJ`ê merasîma leşkerî lidar xistin.
Paşê li ser navê Meclîsa Reqaqyê Ezîz Hesen axivî û sersaxî ji malbatê re xwest, Ezîz da zanîn ku ew bi saya xwîna şehîdan gihîştin vê qonaxê û dê Reqa ji aliyê Meclîsa wê ve bê birêve birin.
Fermandarê Hêzên Antî TerorZinar El-Firatî jî soza şopandina riya şehîdan da.
Di dawî de nasnameya şehîdan ji aliyê Endamê Meclîsa Reqayê Nebîh Musa ve hat xwedin û radestî malbatê hat kirin.
Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyên şervanan bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.