Pêlançoya roja sêşem ê 23/1/2018

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

Êrişên artêşa Tirk û çeteyên wî yên bi armanca dagirkirina Kantona Efrîn û Bakûrê Suriyê berdewam dikin. Şervanên me bi qehremantiyeke dîrokî singa xwe didin ber van êrişan û bersivên tûnd didin leşkerên Tirk û çeteyên wî. Artêşa Tirk û çeteyên wî yên ku li beramberî berxwedaniya şervanên me têk diçin sivîlan dikin armanc. Li gorî bilançoya şer û pevçûnên îro 3 wesayîtên zirxî û 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin, trekseke zirxî û pîkapek hatin derbkirin, wesayîteke zirxî yê bi tîpa Akrep û wesayîteke leşkeri hatin desteserkirin, 203 leşkerên Tirk û çeteyên wî hatin kûştin ku di nav wan de 4 jê fermandar in, terme çeteyek jî ket destê şervanan. Di van şer û pevçûnan de bi giştî şervanekî me bi qehremantiyeke bê hempa li ber xwe da û gihişt asta şehadetê, 3 şervanên me jî birîndar bû. Ji aliyê dîtir ve gelên herêmê jî rexmî hemû êrişan herêmên xwe terk nakin û li ber xwe didin. Di encama bombebarana balafirên şer yên artêşa Tirk de 4 sivîl şehît şehît ketin û 13 sivîl jî birîndar bûn.

Eniya Cindrêsê;
Leşkerên Tirk û çeteyên wî şevêdî saet ji 23:00yan heya saet 06:00ê vê sibê bi topên obûsê êrişî xeta ji eniya Cindirêsê heya Bircikê Silêman yê giredayî eniya Şêrawa kirin. Dîsa çeteyên ku xwestin li eniya Girê Baxtiyar û Girê Batman êrişî çeperên şervanên me bikin hatin ferqkirin û di encama mudexeleya şervanên me de neçar man ku paş de birevin. Ji aliyê din ve vê sibê çeteyên girêdayî artêşa Tirk cilê medeniyan li xwe kirin û ketin Gundê Hemamê. Piştre jî leşkerên Tirk hatin gund û xwe di gund de bi cih kirin. Şervanên me li gund operasyon dan destpêkirin û gund bi temamî hat rizgarkirin. Lê şer û pevçûnên li vê eniyê hîn jî berdewam dikin. Di encama şerên dijwar de tangekî artêşa Tirk hat rûxandin, 150 leşkerên Tirk û çeteyen wî ku di nav wan de 4 jê di fermandariya artêşa Tirk de cih digirin hatin kûştin. Yek ji van fermandaran bi nasnav Ahmed Feyyaz yê Fernadarê Lîwa Semerkand e. Di vê operasyonê de bi giştî 2 şervanên me birîndar bûn. Her weha li eniya Girê Îskan jî êrişên çeteyan hatin şikandin. Şer û pevçûnên li Girê Îskan hîn berdewam dikin. Her weha çeteyên Tirk îro cardin sivîlan hedef girtin û qatlîam pêk anîn. Di topbarana navçeya Cindirêsê û derdora Gundê Hemamê de 4 sivîl şehît ketin û 13 sivîl jî birîndar bûn ku di nav wan de jin, zarok û ixtiyar jî cih digirin.

Eniya Şera;
Leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wî êrişên xwe yên li ser navçeya Şera jî berdewam kirin. Di êrişên ku bi tang û obûsan pêk hat de Girê Qestelê, Gundê Qestelê, Xedamat, Vîla Qadî, Girê Baflon û Dîkmedaş hatin topbarankirin. Çeteyên ku xwestin ji erde ve jî êrişî Girê Qestelê û Merenazê bikin rastî bersivdayîna tund a şervanên me hatin û êrişa çeteyan hat şikandin. Di encam de trekseke zirxî a çeteyan hat derbkirin û kete bin kontrola şervanên me.

Eniya Bilbilê;
Dîsa hêzên me li ser Gundê Qurnê operasyoneke şoreşgerî pêk anîn û derbeyên giran li çeteyan xistin. Di encama şerên dijwar de gir bi temamî kete bin kontrola şervanan. Di encam de termê çeteyekî û wesayîteke çeteyan hat desteserkirin. Her weha li eniya Şiltahtê jî hêzên me bersiv dan êrişên çeteyan û çeperekî çeteyan hedef hat girtin. Di encam de çeperê çeteyan bi temamî hat rûxandin û 3 çete hatin kûştin. Kûştî û birîndarên çeteyan hîn zêdetirin, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Dîsa balafirên şer yên artêşa Tirk Girê Gir bombebaran kirin û ji erde ve jî him gir û him jî gundewarên derdora navçeya Bilbilê û Şêxûrzê hatin topbarankirin. Topbaranên artêşa Tirk berdewam dikin.

Eniya Şiyê;
Li eniya Şiyê jî hêzên me li dijî çeteyên Tirk operasyonek pêk anîn û di encama şer de Gundê Çeqela bi temamî hat rizgarkirin. Topbarana çeteyên Tirk yê bi tang û obûsan li ser vê Gundê û hawîrdora wê berdewam dikin.

Eniya Raco;
Hewldanên çeteyan yên ku dixwazin di navbera Gundê Qudê û Omera de pêş kevin jî rastî bersivdayîna hêzên me tên û şer û pevçûnên li vê herêmê hîn jî berdewam dikin. Di encama şer û pevçûnên dijwar de Gundê Qudê û Girê Qudê bi temamî hatin rizgarkirin. Di şerê li vê herêmê de li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin artêşa Tirk 37 cenazeyên xwe rakiriye Ezazê, hêjmarek kûştî û birîndarên xwe jî derbasî Tirkiyê kirine. Her weha di şer û pevûnên vê derê de 2 wesayîtên zirxî hatine û wesayîteke leşkerî hatin rûxandin. Li Gundê Omera jî şer û pevçûn bi dijwarî berdewam dikin. Li vir jî pîkapekî tije çete bi temamî hat rûxandin. Hêjmara kûştî û birîndaran nehat zelalkirin. Her weha li Gundê Kumreş wesayîteke zirxî yê bi tîpa Akrep jî ji aliyê hêzên me ve hat desteserkirin. Di encama şer û pevçûnên li vê herêmê de şervanekî me bi qehremantî singa xwe da ber dijmin û gihişt asta şehadetê, şervanekî me jî birîndar bû. Ji aliyê din ve balafirên şer yên artêşa Tirk navçeya Raco û Girê Moseka bombebaran kirin. Di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk de sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hene. Lê hêjmar nehatiye zelalkirin

Eniya Şehba;
Ji aliyên din ve hêzên me bersiv dan êrişên çeteyên ku dixwestin ji eniya Şehba ve pêş de werin. Di encam de 7 çete hatin kûştin û wesayîteke çeteyan a doçka li ser hat rûxandin. Dîsa hêzên me bersiv dan êriên çeteyan yên ji eniya Kil Cibrînê ve û di encam de liv ir jî 5 çete hatin kûştin. Êrişa çeteyan yê bi topên hawanê û obûsan yên li ser Şêx Îsa jî berdewam dikin.

Êrişên artêşa Tirk yên li ser Kantonên Kobanê û Cizîrê jî berdewam dikin. Vê sibê leşkerên Tirk bi tangan êrişî Qamişlo kir û di encam de zerarî maddî hat jiyankirin. Dîsa çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji aliye Cerablûsê ve bi topên hawanê û obûsan êrişî Gundê Zormaxar ya Kantona Kobanê ku dikeve Rojhilatê ava Firatê kirin.

Navenda Ragihandina Hêzên Suriya Demokratîk
23.01.2018

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …