14 têkoşer li goristana Şehîd Avesta Xabûr hatin oxirkirin

EFRÎN – Bi sedan Kantona Efrînê cenazeyên 14 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke bi heybet oxir kirin. 

EFRIN-MERASIMA-SEHIDAN (2)

Girseya gel cenazeyên şervanên azadiyê ″Ehmed Bîlal, Idrîs Kelkawî, Ferhad Oso, Mahir Şêxo, Serbest Qicê, Luey Mustefa (Rojvan Serhildan), Mihemed Colaq (Şiyar Qebasîn), Arif Cefer (Şoreş Çiya), Cemîl Hesen (Doxan Efrîn), Mezlûm Mihemed (Rojvan Êzidî), Kavar Dêrik, Nadya Mihemed (Newroz Viyan), Ferhad Îbiş û sivîlê bi navê Nesret Hisên″ ji nexweşxaneyê  wergirtin û ber bi goristana Şehîd Avesta Xabûr ve ketin rê.

Merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan  Şaziya Ibrahîm axivî û da zanîn ku gelê Efrînê destûr nadin ku axa wan dagir bibe. Şaziya wiha domand, ″Bila Erdoganê faşîst û çeteyên wî terora xwe rawestînin. Her çiqas ku êrîş dijwar bûn, em ê axa xwe biparêzin, ji ber ku em li ser felsfeya Rêbertiyê mezin bûne.″

Şaziya soza şopandina riya şehîdan da.

Hevseroka PYD′ê Eyşe Hiso jî axivî û diyar kir ku gelê Efrînê xwediyê projeya Federal û demokratîk in û wiha got, ″Dewleta Tirk nikare li herêmê bigihêje armancên xwe. Şervanên azadiyê li qadên şer bersiva êrîşên dagirkeriyê didin û wê terorê bin bixin.″

Piştî axaftinan, cenazeyên têkoşeran li goristana Şehîd Avesta Xabûr a li gundê Kefer Şêlê yê girêdayî bajarê Efrînê hatin veşartin.

 

AIŞA ŞÛAZIYA

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …