MINBIC – Li eniya çemê Sacûr ê bakurê bajarê Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şer rû da.
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê raghandin ku li eniya çemê Sacûr û derdora gundê Eyn Dadat ên bakurê Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de bi çekên giran şer rû da.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê erebeyeke çeteyên Tirkiyê ku hewl dide ber bi noqteyên wan ve werê, derb kirin.
Li herêmê car bi caran şer rû dide.