​​​​​​​YPG‘ê nasnameyên şervanên xwe yên ku di sala 2015‘an de şehîd bûne eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 9 şervanên xwe eşkere kirin ku di sala 2015‘an de şehîd bûne.
 Daxuyanî wiha ye:

“Şoreşa Rojava di dîroka xwe ya berxwedanê de gelek lehengên mezin afirand. Dagirkerên ku li dijî gelê me şerê tunekirinê dimeşandin, civata fedayî yên ku xeyalên azadiya gelan dan ser milên xwe, li dijî dagirkeriyê bi biryardarî, bawerî û îradeyeke mezin têkoşîn meşandin. Ji lewra yek ji van berxwedanan jî pêngav û şerên di sala 2015’an de ku li dijî dagirkeriyê û qirkirinê dihat meşandin bû û ev berxwedan mohra xwe li dîroka şoreşa Rojava û bakurê Suriyê xist. Di pêşengtiya YPG-YPJ‘ê de berxwedaneke dîrokî hat raber kirin. Li ser vê bingehê em nasnameyên 9 rêhevalên xwe yên ku di sala 2015’an de di cih û demên cuda de şehîd bûne, ji gelê xwe re û raya giştî re radigihînin.

Em di şexsê 9 rêhevalên xwe de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bibîr tînin, ji malbata wan û gelê xwe re sersaxiyê dizwazin“.

Nasnameyên şehîdan wiha ne;

Nasnav: Agir Şoreş

Nav û Paşnav: Nur Saîd Karagol

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Mehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-Hol | 8 Adar 2015

Nasnav: Amed Yaşar

Nav û Paşnav: Muharrem Aktaş

Navê Dayikê: Yildiz

Navê Bav: Alattîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-Til Berak | 28 Sibat 2015

Nasnav: Argeş Bahoz Bîtlîs

Nav û Paşnav: Erhan Durmaz

Navê Dayikê: Tesiye

Navê Bav: Mehmed Siddik

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir | 8 Adar 2015

Nasnav: Bedran Boran

Nav û Paşnav: Ozkem Boran

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 17 Çile 2015

Nasnav: Berxwedan Amed

Nav û Paşnav: Siddik Yilmaz

Navê Dayikê: Hatun

Navê Bav: Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-Hol | 4 Adar 2015

Nasnav: Berxwedan Memet

Nav û Paşnav: Sefkan Kaya

Navê Dayikê: Esmer

Navê Bav: Îskender

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir Gundê Til Hefyan | 31 Adar 2015

Nasnav: Berxwedan Varto

Nav û Paşnav: Mehmed Işiklar

Navê Dayikê: Rahîme

Navê Bav: Xalis

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir Gundê Xêbiş | 24 Sibat 2015

Nasnav: Egîd Şirnex

Nav û Paşnav: Ramazan Bektaş

Navê Dayikê: Nuriye

Navê Bav: Şehmus

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê | 24 Çile 2015

Nasnav: Tekoşer Sîpan

Nav û Paşnav: Hamît Reyhanî Berxkano

Navê Dayikê: Delal

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Xoy

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-Hol | 8 Adar 2015

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …