BÎLANÇOYA ÇALAKIYA TUNEKIRINA TERORÊ DI ROJA XWE YA ŞEŞEMÎN DE

Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya Hêzên Hevpeymana Navdewletî re li ser erdê û hewayî, çalakiya şehkirin û serdegirtinê li herêmên colistanî û gundên tê de heyî bi hevkariya bi aliyê Iraqî re li ser xeta sînor berdewam dike.

Rûbara ku hatiye şehkirin (70)km dirêjahî û (80)km pehnbûn heya sînorê Iraqî ku hejmarek ji gundan tê dê hatin şehkirin.

Her wiha Hêzên Komandos û Hêzên Hevpeymanê serdegirtina (6) xalên şaneyên terorîst kirin.

Di nav çalakiyê de (14) terorîst û kesên guman lê hebûn ku bi şaneyan re dixebitin hatin girtin û hejmarek ji çekên cûrbecûr hatin desteserkirin.

Her wiha komeke leşkerî ku şehkirin dikir ji aliyê şaneyekê hat hedefgirtin lê hêzên me bi rengî leşkerî bersiv dan, li ser rewşê kontrol kirin û kesên ku fîşek avêtine girtin bê ku ti zirar çêbibin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

9 / Hezîran / 2020

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …