NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 4 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameya 4 şervanên YPG`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.
Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:
ʺPêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bejahiya Dêrezorê ber bi dawiyê ve diçe. Di pêngavê de tekoşîna ku li hember çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin hertim bi dijwar derbas bû û roja me ya îro hebûna çeteyên DAIŞ’ê ya Bakurê Suriyê man û nemanê de ye. Di rizgarkirina gelê Dêrezorê ji zilma çeteyên DAIŞ’ê re û paqijkirina bermahiyên çeteyan ê herêmê de rêhevalên me ku heya dawiyê şer kirin û gihîştin şehadetê bûn hêviyên rizgarkirkirina tevahî Suriyê ji çete û terorîstan.
Di dawiya meha Çileyê de piştî ku artêşa Tirk a dagirker û gurubên terorîst ên girêdayî wê bi armanca dagirkirina herêmê êriş bir li ser Efrînê; çeteyên DAIŞ’ê yên Dêrezorê bi heman awayî êrişên çeperên hêzên me kiriye. Tevahî êrişên çeteyan hatine şikandin û roj bi roj hebûna çeteyan a herêmê kêm dibe. Di vê çarçoveyê de 4 rêhevalên me di navbera 21-30 Çileyê de operasyonên ku li ser çeteyan hatin lidarxistin û êrişên çeteyan li ser çeperên hêzên me de bi lehengî şer kirine û gihîştine asta şehadetê.
Em weke YPG û YPJ`ê tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin û soza serxistina doza şehîdan careke din nû dikin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nav û Paşnav: Ednan El Elî
Navê Dayikê: Hiyam
Navê Bav: Heneş
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Çile 2018
Nav û Paşnav: Nayif Nayif
Navê Dayikê: Werîda
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 21 Çile 2018
Nasnav: Şoreş Hesekê
Nav û Paşnav: Xelîl Dawud
Navê Dayikê: Sara
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 21 Çile 2018
Nav û Paşnav: Usama El Sehu
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Sehu
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 30 Çile 2018.ʺ