YPG: Em ê Berxwedana Serdemê bi ruhê rêheval Polat bi ser bixin

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG: Em ê Berxwedana Serdemê bi rihê rêheval Polatan bi ser bixînin. Em soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê didin.

Navenda Ragihadina YPGʹê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê YPGʹê Polat Efrîn ku canê xwe fedayî axa Efrînê kir, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

ʺBerxwedana  Serdemê ya Efrînê dikeve roja xwe ya 52’an de bi hemû dijwariya xwe didome. Di serî de berxwedana gelê Efrînê, Bakûrê  Surî  û her çar perçe û gelê  me yê  dervê  welat  em  berxwedana wan silav  dikin. Ev 52 roje  kû  şervanê  YPG û YPJ li  çiyayên Kurmanc dimeşînin îro  careke din  xortekê  çiyayê  kurminc   serkeftin  misoger kir. Hevalê  me  Polat  Efrîn yê  kû îro çalakiya li gundê  Qizilbaş lidarxistî çawa kû Avesta  Xabûr û Îlan Dara bûn  pêşengên  Berxwedana Efrînê  hevalê  me  Polat  jî tevlî  karwanê  pêşengtiya  vê  berxwedanê  bû.

Ew ê YPG û YPJ vê  berxwedanê  her  roj  bilindtir  bike. Ew ê her şervanek û fermandarekê  me wê  nehêlin dewleta  Tirk a dagirker, El Nusra  û DAIŞ li ser vê xakê  dagirkeriya  xwe  pêk  bine.  Em  hemû  gelê  xwe re dibêjin  heya  ku keç û xortê we ê kû wekî  Avesta, Îlan  û Polat  hebe ew ê  ti  cara binkeftin nebe, hertim wê serkeftin hebe û ji bo xaka Efrînê jî emê ne tenê parastina wê bikin emê dewleta  Tirk  ya  dagirker  derbixînin. Dibe ku dewleta  Tirk a dagirker teknîk  û  çeteyê  xwe  hebe, lê belê bila  ji bîr  bila neke  yê  me jî  gelê me yê berxwedêr  û qehreman  heye û şervanên me yên wek  Avesta, Îlan û Polat  hene.  Ji  ber  vê  yekê  serkeftina  Berxwedana  Efrînê misoger e û em ê nehêlin dewleta dagirker, El-Nusra û DAIŞ li ser vê axê jiyan bikin. Di serî de em sersaxiyê ji  malbata rêhevalê xwe Polat û hemû  gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin û bila serê gelê me saxbe. Em soza bilindkirina tekoşîn û berxwedanê li Efrînê, didin.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

POLAT EFRIN

Nasnav: Polat Efrîn

Nav û Paşnav: Merwan Omer

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn / Bilbilê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Qizilbaş / Bilbilê / 12 Adar 2018

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …