Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê de hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di hundirê Efrînê de didomînin. Di heftiya yekemin a meha Tebaxê de yekîneyên me bi 3 çalakiyên bi bandor leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hedef girtin, di encam de 6 çete û leşker hatin kuştin, 10 birîndar bûn.

1. Di dîroka 6’ê Tebax’ê de hêzên me li herêma di navbera gundên Kebaşîn û Birc Heyder de seyareyeke leşkerî ya koma çete ya Feylaq Şam hedef girtin. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û çeteyek hate kuştin.

2.  Di heman rojê de yekîneyên me di navbera navenda bajarê Efrîn û navçeya Cindirêsê de seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker hedef girtin. Di encama çalakiyê de seyare hate rûxandin, 2 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û 3 çete brîndar bûn.

3. Di heman rojê de yekîneyên me hêzên polîs ên artêşa Tirk a dagirker di navenda bajarê Efrînê de hedef girtin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 7 çete birîndar bûn.

Di navbera dîrokên 5 û 6’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li bejahî û navenda navçeyên Raco, Bilbilê û Şiyê operasyoneke berfireh dan destpê kirin. Operasyon bêyî ku bigihîje encamekê vekişiya.ʺ