QSD`ê encamên şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir

QSD e Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê endamên şer û pevçûnên di navbera berxwedêrên Efrînê û artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê de eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi dehan leşkerên Tirk û terorîst hatine kuştin û gelek maşîneyên wan hatine rûxandin.

Bilbilê

Gundê Qestel Xidriya bi çekên giran duh ji saet 16:00 ve ji aliyê êrîkaran ve hate armancgirtin. Hêzên me tankeke êrîşkaran bi fûzeyekê armanc girt û bi temamî hate rûxandin û bi dîmen hate belgekirin.

Li gundê Şêxûrzê gelek terorîst û leşkerên artêşa dagirker ji aliyê şervanên me ve hatin kuştin û şervanên me piştrast kirin ku 27 leşkerên Tirk hatine kuştin û bi dehan hatin birîndarkirin. Her wiha bi dehan terorîst hatin kuştin û ambolansên êrîşkaran bê navber cenazeyên wan ber bi bajarên Kîlîs û Rîhaniyê ve dibirin.

Îro ji saetên sibê ve, gundê Kotana  ji aliyê êrîşkaran ve bi çekên giran tê armancgirtin û di encamê de ziyan bi mal û milkên welatiyan bûn.

Reco

Li gundê Elbîskê di navbera şervanên me û êrîşkaran de pevçûn derketin û şervanên me tankeke êrîşkaran duh saet di 16:00’an de teqandin.

Îro saet di 09:00’an de li eniya Kevrê Ker êrîşkaran hewldan pêşve werin rastî bersiva şervanên me hatin û pevçûnên giran rûdan û heta niha pevçûn berdewam in. Li vir di çalakiyeke şervanên me de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin û di heman demê de êrîşkaran bi çekên giran navenda Reco topbaran kirin. Her wiha gundên Moseka û Hopka di saetên sibê de rastî topbarana êrîşkaran hat.

Îro saet di 13:00’an de hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê û komên terorîst gundên Cela û Çeqmaqa bi çekên giran armanc girtin û êrîşa wan heta dema ku ev rapor dihat amadekirin berdewam dikir.

Şiyê

Duh ji saetên êvarê ve û heta niha hemû eniyên şer ên navçeya Şiyê bi çekên giran rastî êrîşên dijwar tê û ji destpêka êrîşa li dijî herêma Efrînê ve evan êrîşên dawî herî zêde dijwar bûn.

Li derdora gundê Xelîl Gulko hêzên me siwareyeke doçka li ser ya artêşa dagirker armanc girtin û bi temamî teqandin û 11 leşker li heman deverê hatin kuştin. Teqandina vê siwareyê bi dîmen hate belgekirin.

Cinderêsê

Piştî ku hemû hewldanên pêşvehatina hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê li eniya gundê Hemamê têk çûn, niha hewl didin eniya çiyayê Beyreqdar ya di navbera gundên Hemamê û Aşka de pêşve werin, lê dîsa jî rastî bersiva şervanên me hatin û li vir jî pevçûn bê navber berdewam dikin.

Şera

Hêzên me komeke leşkerên Tirk ku hewl didan pêşve werin armanc girtin û li dijî wan çalakiyek pêk anîn û di encamê de 6 leşker ji wan hatin kuştin.

Eniya Ezazê

Hêzên me tevgereke êrîşkaran a bi çekên giran armanc girtin û rasterast li wan dan.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …